Winamp Logo
Podcast Kurdî Cover
Podcast Kurdî Profile

Podcast Kurdî

Turkish, News, 1 season, 502 episodes, 5 days, 5 hours, 10 minutes
About
"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
Episode Artwork

LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.
7/28/202412 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE

Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin. Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên çanda kurdî piştgiriyê bidin wî
7/25/202420 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar

Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake
7/22/202421 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin

Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin. Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî @AzizKalo
7/15/202420 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê

Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.
7/11/202412 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

Mehmet Emîn Aktar: Em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar dike ku serdozgeriyê ji destpêkê ve li ser mirina Tahîr Elçî derbarê ti kesî de lêpirsîn vene kir. Baroya Amedê li Londonê sînevîzyona bi deng û dîmen amade kir, piştî wê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Dibe ku kes nehate ceza kirin lê em dizanin kê Tahîr Elçî kuştiye.
6/17/202424 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Xelkê Amedê: Heta hikûmet neyê guhertin aborî baş nabe

Qeyrana aboriyê kêr gihandiye hestî. Xelk dibêje ne dikarin parîk nan bistînîm û ne jî dikarin ji malên xwe derkevin herin cihekî. Li gorî gotina xelkê, heta hikûmet neguhere aborî dê baş nebe.
6/17/202423 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

5emîn Sempozyuma Navneteweyî ya Kurdiyat, Wanê hate li darxistin

•⁠ 5emîn sempozyûma Navneteweyî ya Kurdiyatê Mela Mehmûdê Bazîdî & Alexsandre Auguste Jaba û Mîrasa wan  li Wanê hate li darxistin•⁠  ⁠Doç. Dr. Yakup Aykaç  qala gîrîngiya  naveroka sempozyûmê dike û dibe: Em dixwazin bi wan rêze sempozyûman, wan koleksiyon û xezîneyên Kurdan ên dev girtî yek bi yek derxin holê.
6/2/202425 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Rewşenbîr Ronî Aydin Derê qala penaberiya xwe dike

•⁠  ⁠Nivîskar Ronî Aydin Derê ku di dema derbeya leşkerî ya sala 1980an de çû Ewropayê, pêvajoya penaberiyê û jiyana xwe ya li Swîsre ji me re vegot.•⁠  ⁠Divê em penaberiyê pir şîrîn nîşan nedin, ji ber ku penaberî cîhê helandinê ye. An mirov divê bi ser bikeve an jî dibe ku di nav de dihele. Û gelek kes jî di nav de heliya ne.•⁠  ⁠Li Ewropayê karmend, xwendekar, siyasetmedar divê xwe bi rêxistin bikin û derfetên li vir jî ji bona Kurdistanê bi kar bînin.
5/24/202423 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

Nivîskar Alî Fikrî Işik şampiyoniya Amedsporê şîrove dike

5/19/202413 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Zana Farqînî: Dê û bav divê pêdiviyên zimane dayikê xwe bêpar bikin

Û dîsa, divê berpirsîyar û peşengên siyaseta kurd jî peyvira xwe bibînin. Li Tirkiyê 20 hezar mamosteyên hatine tayînkirin, lê di nav de 10 mamosteyên kurd hene, ev yek nayên qebûl kirin. Tirkiye divê dev ji siyaseta asîmîlasyonê ber bide û li gorî rastiya civaka Tirkiyeyê tev bigere.Kurd niha du alfabeyan bi kar tînin, pêwîste kurd dev ji zimanê du alfabe berdin û derbasî alfabeya yekane bibin.
5/19/202427 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Cotkarî û Terşdarî

Di vê xelekê de Yusuf Varlî behsa cotkarî, terşdarî û pêwendiya cotealî ya di navbera wan û keşûhewayê de kir.
1/28/202413 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Hilbijartina Herêmî - 6

Guhdarên ezîz "Bernameya Hilbijartina Herêmî" di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Şirnexê disekine. Di salên 90î û heta niha bajar çawa hatiye guhertin? Rewşa hilbijartinên bajêr çine? hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.
12/31/202315 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Hilbijartina Herêmî - 5

Bernameya Hilbijartina Herêmî di vê beşa xwe de li ser hilbijartinên herêmî yên Colemêrgê disekine. "Ji sala 1994'an heya niha li Colemêrgê di hilbijartinên herêmî de çi qewimîn? Encamên çawa derketin holê?" Rojnameger Mehmet Yıldırım di vê beşê de li ser van pirsan disekine.
12/17/202316 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî (5.12.2023)

📍Keçên êzidî dixwazin tawanên DAIŞê wekî jenosîd bên nasandin 📍Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin 📍Li Rihayê bi hinceta PYDyê kesek hat desteserkirin 📍Tirkiye karwanekî serbazî dişîne Girêspî 📍CENTCOM: Ji Iraqê 15 mûşek avêtin baregeha me ya li Sûriyeyê Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
12/5/202315 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn (4.12.2023

📍Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê yê rê li ber karkirina bijîşkên kurd digire 📍Rojhilat- 11 sal cezayê zindanê li mamosteyekî zimanê kurdî hat birîn 📍Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin 📍Li Girêspiyê du grûpên çekdar bi hev ketin 📍Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 16 hezar kesan bûye Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
12/4/202313 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên Herêmî - 4

Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de rewşa herêmê ya navendên girîng ên Bakurê Kurdistanê bi we re parve bike. Vê heftê jî bernameya Yildirim derbarê bajarê Rihayê de ye. Di vê xelekê de rewşa dengên partiyan di hilbijartinên dawî û dengên nûnerên partiyên kurdan hatiye ravekirin.
12/3/202316 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir (01.12.2023)

📍Di heyama Mijdara 2023an de 118 kolber hatine kuştin û birîndarkirin 📍Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke serkirdeyên cîhanî li COP28ê dibîne 📍Hevserokê berê yê şaxa Nisêbînê ya HDPyê hat desteserkirin 📍Serê Kaniyê: Polîsên serbazî 14 kes desteser kirin 📍Agirbesta Xezzeyê bidawî hat û dîsa şerî dest pê kir
12/1/202314 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin

🎙️Îro Çi Bû? 📌Bane – Di 8 mehan de 16 kolber hatin kuştin 📌Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî ji koçberên Kerta Xezzeyê re amade dike 📌Karkerên Ozak Tekstîlê daxwaza piştgiriyê kirin 📌Rêveberiya Xweser: Taxên Kurdan li Helebê bi karesateke mirovî re rûbirû ne 📌Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger koça dawiyê kir
11/30/202315 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye

🎙️Îro Çi Bû? 📌Balyozê Japonê li Îraqê: Danûstandinên me bi Mesrûr Barzanî re berhemdar bûn 📌Girtiyekî din ê kurd piştî 14 sal li girtîgehê ma îro hate darve kirin 📌Japonyayê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxist 📌Rojavayê Kurdistanê: Bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir zêde bûye
11/29/202322 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: Heta niha jî kujerên wî ne diyar in(28.11.2023)

📍Tahîr Elçî 8 sal berê hat kuştin: Heta niha jî kujerên wî ne diyar in 📍Li Îranê 3 kurd hatin darve kirin 📍Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin 📍Dêrezor: Berpirsê cebilxaneya DAIŞê hat girtin 📍Hinek koçberên ji Rojavayê Kurdistanê li Belarûsê asê mane Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
11/28/202319 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên Herêmî - 3

Guhdarên hêja yên Podcastkurdî, Rojnameger Mehmet Yildirim di bernameya "Hilbijartinên Herêmî" de wê heftê rewşa Hilbijartinên bajarê Merdînê bi we re parve dike. Dîrok û taybetiya bajarê Merdîne ji bona hilbijartinên heremî çi ye? bi were par ve dike.
11/19/202316 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! (09.11.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef! 📌Îraq ji bo Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê du kampan ava dike 📌Kolberek hat kuştin, 13 kolberên din jî birîndar bûn 📌Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îran ve di êrîşên Amerîkayê de hatin kuştin 📌Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê dest bi kar dike
11/9/202318 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin (9.11.2023)

📍Li Keleha Hewlêrê nivîsên bizmarî hatin dîtin 📍Girtiyekî xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmaşanê de hate darvekirin 📍Li Erdexanê berf bariya 📍Jinekê ji ber tirsa çekdaran canê xwe ji dest da 📍Îsraîl: Pisporê sazkirina çekan yê Hamasê hat kuştin
11/8/202320 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir(6.11.2023)

📍116 malbatên din ên Kurdên Êzidî vegeriyan Şingalê 📍Girtiyekî kurd piştî 14 sal li girtîgehê hat darve kirin 📍Li Wanê 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin 📍Cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi çandiniyê kir 📍Artêşa Îsraîlê: Me bajarê Xezeyê bi temamî dorpêç kir Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
11/6/202320 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên Herêmî - 2

Guhdarên hêja yên Podcastkurdî, Rojnameger Mehmet Yildirim di bernameya "Hilbijartinên Herêmî" de wê heftê rewşa Hilbijartinên bajarê Wanê bi we re parve dike. Ji berê heta niha li bajar û bajarokên Wanê çi qewimîn? Di hilbijartinên herêmî de kîjan parti, çawa bi ser ketiye? Di vê bernamê de tê nirxandin.
11/4/202315 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû?- Bajarê xelkê wî herî xemgîn Diyarbekir e (03.11.2023)

📍Hêzên Tirkiyeyê 4 gundên Zirganê topbaran kirin 📍Bajarê xelkê wî herî xemgîn Diyarbekir e 📍Emmanuel Macron pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî kir 📍Li ser sînorê Newsûdê ji ber teqeya hêzên leşkerî yên dewletê 8 kolber birîndar bûn 📍Muqteda Sedr bangî 4 welatan kir: Rê bidin ku em herin Filistînê Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
11/3/202313 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir (02.11.2023)

📍HSD li Dêrezorê kontrolên xwe zêde dike: 120 xalên leşkerî hat danîn 📍HEDEP: Binçavkirina Huda Kaya encama siyaseta tolhildanê ye 📍PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir 📍Di meha Octobera 2023an de 303 welatî ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin 📍Rûsiya: Êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyê rewşê aloztir dike Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
11/2/202322 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? - Li Xezeyê di 24 rojan de 8 hezar û 306 kes hatin kuştin(30.10.23)

📍Herêma Kurdistanê û Îmarat peywendiyên xwe yên aborî berfirehtir dikin 📍Girtiyê siyasî yê Kurd Ehmed Mihemedî piştî 3 salan ji girtîgehê hat berdan 📍Li Rihayê di navbera gundiyan û karmendên DEDAŞê de alozî derket 📍HSD: Me li Dêrezorê bersiv da êrişan, 19 çekdar hatin kuştin 📍Li Xezeyê di 24 rojan de 8 hezar û 306 kes hatin kuştin
10/30/202316 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? 📌Du mamostayên zimanê Kurdî 20 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin (27.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Wezareta Parastinê ya Amerîkayê: Li dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Hewlêra hat "şikestin" 📌Du mamostayên zimanê Kurdî 20 sal cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin 📌Jineke ji Rojavayê Kurdistanê li Kilîsê hat girtin 📌Li Efrînê 3 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa yekî ji wan ne diyar e
10/27/202315 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Til Koçere Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin (26.10.2023)

📍Dijeterora Kurdistanê: 10 çekdarên PKKê di êrîşên Tirkiyeyê de hatin kuştin 📍4 girti li girtîgehên Bîrcend, Kerec û Tehranê cezayê îdamê hatiye birîn 📍Li Erziromê qeza: 23 kes birîndar bûn 📍Til Koçere Êrişî baregeha Amerîkayê hat kirin 📍Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li 4 welatên Rojhilata Navîn bicih dike
10/26/202315 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Li Kerkûkê Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin (25.10.2023)

📌Li Kerkûkê Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin 📌62 meh cezayê girtîgehê li mamosteya Kurdî Mujgan Kawusiyê hat birîn 📌Li Wanê minîbusê teqle da: 7 kes birîndar bûn 📌Serêkaniyê- Çekdar cihên şûnwarî dikolin
10/25/202313 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû?- Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî- (24.10.2023)

📍Nêçîrvan Barzanî bi malbatên ‘şehîdên Mexmûrê’ re axivî 📍3 kolber bi guleyên rasterast ên hêzên dewletê li sînorê Nawsûd birîndar bûn 📍Li Sêrtê 13 kes hatin girtin, hincet PKK ye 📍Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser birina zarokan ji bo leşkeriyê daxuyaniyek da
10/24/202314 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? 📌Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da (22.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da 📌Girtiya siyasî ya Kurd Xedîce Mehdîpûr ji girtîgeha Îlamê hat berdan 📌Hevserokê HEDEPê: Pirsa Kurdî bi veşartî nayê çareserkirin 📌Asayişê Rojava 6 endamên DAIŞê li rojavayê bajarê Dêrazorê desteserkirine 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
10/22/202314 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Hilbijartinên Herêmî - 1

Guhdarên hêja yên Podcastkurdiyê “Hilbijartinên Herêmî” Rojnameger Mehmet Yildirim wê êdî di derbarê hilbijartinên 31ê Adara 2024an de her 15 rojan carekê rewşa herêmî ya navendên girîng ên Kurdistanê bi we re parve bike. Di vê bernameyê de hilbijartinên herêmî yên li Diyarbekirê hene.
10/22/202315 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Jîna Emînî hêjayî xelata Sakharovê hat dîtin (20.10.2023)

📌Nêçîrvan Barzanî: Heta ku tevên Êzidiyan rizgar bibin dê hewlên me bidomin 📌Li Efrîn û Serêkaniyê 21 Kurd hatin girtin 📌5 Dihokî li Mêrdînê hatibûn kuştin: Tohmetbar derketin pêşberî dadgehê 📌Jîna Emînî hêjayî xelata Sakharovê hat dîtin 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
10/20/202315 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Çarenivîsa 2 hezar û 800 jinên êzidî heta niha jî ne diyar e (18.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Çarenivîsa 2 hezar û 800 jinên êzidî heta niha jî ne diyar e 📌Li Ruhayê di navbera gundî û tîmên DEDAŞê de alozî derket 📌Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî dikin 📌1. Li Merîwanê kolberekî ciwan ji aliyê Pasdarên iranê ve hat qetilkirin 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.▶️
10/18/202312 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? - Tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanê  hate li Parlamentoya Tirkiyeyê ye

📌Salih Nîkbext parêzerê malbata Jîna Emînî salek cezayê girtîgehê lê hat birîn 📌Li Seqizê parêzer, mamostayê zanîngehê û yekî nabîna Nasir Sargeran hat girtin 📌Tezkereya Rojava û Başûrê Kurdistanê  hate li Parlamentoya Tirkiyeyê ye
10/17/202316 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

🎙️Îro Çi Bû? Bîden: Êrişên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê ji bo ewlehiya Amerîkayê jî gef in (13.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Bîden: Êrişên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê ji bo ewlehiya Amerîkayê jî gef in 📌Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir 📌26emîn Festîvala Gelawêjê ya Navneteweyî li Silêmaniya tê lidarxistin 📌Rewşa Armîta Garawandî hê jî krîtîk e 📌Şerê Îsraîl-Filistînê di roja 7’an de berdewam dike 🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
10/13/20239 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarok li Rojava ji perwerdehiyê bêpar in (12.10.2023)

📍Ji ber êrîşên Tirkiyeyê zarok li Rojava ji perwerdehiyê bêpar in 📍Li Amedê êrişên li ser Rojava hatin protestokirin 📍Rêber Ehmed: Hikûmeta Îraqê ji bo Kurdên Êzidî yên ku li kampên Herêma Kurdistanê dijîn berpirsiyariyên xwe nayîne cih 📍Amarên herî dawî yên kuştiyên şerê Hemas û Îsraîlê hatin eşkerekirin
10/12/202311 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? Êrîşên Tirkiyeyê bo Rojava dewam dikin (11.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌Êrîşên Tirkiyeyê bo Rojava dewam dikin📌Rojhilat- 6 zarokên sawa li nexwaşxaneyekî de jiyana xwe ji dest dane📌Li 8 bajaran bi hinceta PKKyê 27 kes hatin desteserkirin📌Pîranşar- Ji ber teqîna mayinekê hemwelatiyek birînda bûye📌Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: Ti guman li ser paşxistina hilbijartinan nîne🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.▶️
10/11/20239 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? - 8 sal bi ser komkujiya Gara Enqerê derbas bû (10.10.2023)

8 sal bi ser komkujiya Gara Enqerê derbas bû Fermandeyekê Îsraîlê li sinorê Libnanê hat kuştin Li Tîkabê 7 hemwelatî hatine desteserkirin Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin
10/10/202317 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? Çavê careka din li şerê Filistin û Îsraîlê ye (09.10.2023)

🎙️Îro Çi Bû? 📌 Çavê careka din li şerê Filistin û Îsraîlê ye📌Hejmara qurbanniyên şerê Hemas û Îsraîlê roj bi roj zêde dibin ti zanyariyek derbarê çarenivîsa Aso Kerîmî de tuneye📌Li Rojavayê Kurdistanê 29 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dan. 📌Li Bakurê Kurdistanê li dijî erîşên Rojava daxuyanî hatin dayîn🎧Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin. ▶️
10/9/202314 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin (06.10.2023)

Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin. ⁠ 🎙️Îro Çi Bû? 📌Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin (06.10.2023)📌Devleta tirk Îro 60 caran Rojava bombebaran kir📌Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê pîroz kir📌Li Bakurê Kurdistanê binçavkirin berdevam dikin.
10/6/202311 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? Artêşa Iraqê gundên kurdan dorpêç kiriye (04.10.2023)

📌Nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê guhdar bikin.
10/4/202313 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Îro Çi Bû? Girtina siyasetmedaran dewam dike 02.10.2023

Guhdarên hêja û ezîz, Hevkarên me @Msbedirxan û @PerîxanKaya careka din dest bi belavkirina bultena me ya “Îro Çî Bûyê?” Êdî her her êvar hevkarên me dê nûçeyên serekî yên Kurdistanê, Rojhilata Navîn cihanê bi we re par vebikin. Bila guhê we li ser me be.
10/2/20238 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 42

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketine pêş ji we re radigihîne. Dozên Ceylan Önkol, Musa Anter û malbata Şenyaşar hene.
10/1/202312 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 41

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketine pêş ji we re radigihîne. Qeyrana aboriyê, rewşa karkeran û binpê kirina mafên mirova hene.
9/24/202318 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 40

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketine pêş ji we re radigihîne. Çalakiyên biranîna Jîna Emînî û darbeyê 12ê Îlonê hene.
9/17/202314 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 39

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.
9/9/202312 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 38

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.
9/2/202311 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 37

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketine pêş ji we re radigihîne. Vê heftê, salvegera qetilkirina Jîna Emînî û rewşa mafê mirova li Bakurê Kurdistanê heye
8/27/202316 minutes
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 36

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.
8/20/202314 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Jîngeh û Jiyan - Bêdarkirin û Hîşkesayî

Di vê xelekê de Yusuf Varli behsa mijarên, hişkesayiyê û birîna daran a li ser keşûhewayê û cihanê, şewatên li daristanên bajarên Kurdistanê kiriye.
8/17/202314 minutes, 1 second
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 35

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.Di rojevê de Dayikên Şemiyê,qetilkirina jinan û mijarên ku li Kurdistanê derketine pêş hene. 
8/13/202313 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 34

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava mijarên derketine pêş ji we re radigihîne.
8/5/202315 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Peymana Lozanê- Dabeşkirina Kurdistanê li ser dagirkeran

100 sal bi ser Peymana Lozanê re derbas bû. Bi Peymana Lozanê re Kurdistan hat dabeşkirin û çi mafên kurdan ne yê yasayî ne jî yê serweriyê li ser asta nawdewletî nehat parastin. Partî û rêxistinên kurdan di sedsaliya Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê li hev kombûne û daxwaza parastina serweriya Kurdistanê û nehiştina Peymana Lozanê dikin. Perîxan Kaya ji navenda wê kombûn û civîna partiyên siyasî û aktivîstên kurd ev podcast tomar kiriye.
8/3/202318 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 33

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne. Di rojevê de rewşa aborî, li Rojava nexweşiya pênceşerê her ku diçe zêde dibe. Û rewşa rojnamegera li Tirkiyê heye. 
7/30/202315 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 32

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketin pêş ji we re radigihîne.
7/23/202314 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 31

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê li Kurdistanê derketin pêş ji we re radigihîne.
7/8/202314 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

📍Manşet û Sermanşet - 30

Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne
7/2/202315 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Rosida Koyuncu: Ez dixwazim weke kesekî LGBT-Q li welatê xwe azad bîjîm

Derhêner û hunermend Rosîda Koyuncu dibêje, dema mirov dibe penaber ji ber ziman nizanin weke ker û lala ne. Rosîda Koyuncu: Ez dixwazim weke endamê LGBT-Q û weke kurdekî li welatê xwe azad bîjîm, fîlm û karê xwe li Kurdistanê bidim meşandim.
6/27/202335 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 29

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.
6/25/202314 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 28

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di rêzebernameya Manşet û Sermanşetê de geşedanên ku vê heftê derketin pêş ji we re radigihîne.
6/17/202314 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 27

Rojnameger Mehmet Yildirim Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.
6/14/202312 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

Şahidî û serboriya siyasetmedarekî li medreseyên kurdî

Ehmed Kaya di salên 90î de behsa Medreseyên Kurdistanê dike.Di vê xelekê nû de Xezal û mêvanê xwe Şarederê HDPê yê Erxeniyê Ehmed Kaya li ser Medreseyên Kurdistanê û tesîra salên 9’î ya li ser medreseyan dipeyivin.
6/10/202318 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 26

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye.
6/4/202315 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 25

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye. Di vê podcastê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, xizanî û li Kurdistanê rewşa civana nirxand.
5/31/202314 minutes, 1 second
Episode Artwork

Enerjî Çi ye?

Yusuf Varli di vê xelekê de behsa enerjiyê û cûreyên enerjiyê herwiha çavkaniyên enerjiyê kiriye. Herwiha tesîra eneriyê li ser guherîna keşûhewayê û jîngehê mijarên vê xeleka Jîngeh û Jiyanê ne. Linka wêneyê: https://ars.els-cdn.com/content/image/1-s2.0-S136403212200168X-gr1.jpg
5/24/202316 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Ez li wir bûm - Mehmed Dîcle behsa salên 90î û şahidiya xwe dike

Bi bernameya “Ez li wir bûm” Xezal Redkanî dest bi rêzepodcastekê kiriye. Di vê xelekê de Xezal û mêvanê xwe nivîskar Mehmed Dîcle behsa salên 90î dikin.
5/22/202314 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 24

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye
5/21/202314 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 23

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye.Di rojeva vê Manşet û Sermanşetê de cejna zimanê kurdî û hilbijartinên giştî yên Tirkiyê heye.
5/17/202313 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 22

🎙️Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxandiye. 🎙️Di rojeva vê Manşet û Sermanşetê de hilbijartinên giştî yên Tirkiyê, desteserkirin û girtina rojnamegeran hene.
5/7/202317 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 21

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand. Di rojeva vê de operasyonên li hemberî Rojnamevanên kurd, hilbijartinên tirkiyê hene.  
4/30/202313 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Jîngeh û Jiyan -1

Lêkolîner Yusuf Varli dest bi tomarkirin û belavkirina rêzepodcasta bi navê Jîngeh û Jiyanê kir. Di vê rêpzpodcastê de wê Yusuf Varli behsa mijarên, guherîna keşûhewayê, germbûn û sarbûna hewayê/Xirabûna hevsengîya germahîya cihanê, ziwahiyê û hişkesaiyê, rewşa avê û gelek babetên din ê jîngeh û jiyanê bike. Bila guhê we li ser me be.
4/24/202318 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 20

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.Di rojeva vê de hilbijartinên pêşwext, rewşa girtîgehan û geşedanên di rojevê de cih digirin.
4/23/202313 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 19

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.
4/19/202315 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 18

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand.
4/9/202314 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 17

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand û behsa proseya hilbijartina 14ê Gulanê kir.
4/2/202312 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

🎙️Manşet û Sermanşet - 16

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de geşedanên vê hefteyê yên li Kurdistanê nirxand. Wî behsa pîrozbahiyên Newrozê, Remezan û proseya hilbijartinan li seranserê Kurdistanê kir.
3/25/202312 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Dr. Ahmet Kılıç ziwan û weşîye ser o qalî keno

Dr. Ahmet Kılıç mêmanê Podcast Kurdî yo. Ahmet Kiliç meseleya ziwan û weşîye ser o qisê keno û vano; “Ganî nêweş bi ziwanê xo xizmetê weşîye bigîro.”
3/24/202318 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet-15

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye
3/19/202316 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Gelo şaristanê Çewlîgî zelzeleyêk rê hadre yo.?

Serekê Sendîkaya Egitim Senî yê Çewlîgî Faruk Aris vano ke: Çewlîg de xeylî mektebî erdlerzê pêyînî ra pey bîyê xesarin. Çewlîg de tehlûkêko pîl esto. Tersêka pîle esta. Gereke semedê erdlerzî tedbîrî bêrê girewtiş.
3/16/202312 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

🎙️Manşet û Sermanşet

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye
3/12/202315 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Can Fidal Boldaş: Semedê Çewlîgî tedbîrî nêameyê girewtiş

Serekê Odeya Dorûverî û Muhendîsanê Dîyarbekirî Can fidal Boldaş vano ke; “Ma Çewlîg de xebata tespîtkerdişê xisarî kerda. Goreyê tespîtanê ma hema semedê erdlerzî Çewlîg de tedbîrî nêameyê girewtiş.” Erdlerz yew bîyayîşê tebîetî yo, erdlerz nêkişeno, bîna û banê nêsexlemî însanan kişenê.
3/10/20239 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

🎙️Manşet û Sermanşet 13

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye
3/1/202313 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Erdlerzî welatê ma de dejê xorînî akerdî…

Erdlerzê 6ê sibate yê Mereşî de 44 hezarî ra zêder merdimî dinyaya xo bedilnayê. Erdlerzê Mereşî tesîrê xo da 10 şaristananê dorûverê xo. Erdlerzî tesîrê 13 mîlyon însanan kerd. Mîlyonan kesî bê keye, bê bajar û bê kes mendî….
2/27/20237 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
2/26/20239 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet-11

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
2/19/20239 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet 10

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
2/12/202310 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet 9

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û Sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
2/5/202318 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Gurcistan- Radyoya Ronkayî 40 sal e bûye dengê welat

Ji sala 1978an û heta niha li Radyoya Dewletê ya Gurcistanê weşanên bi kurdî tê kirin. Ev beşa kurdî 40 sal zêdetir e ku bi kurdî dengê xwe digîhîne kurdên Gurcistanê û yên li cîhanê.   Bella Sturkî Xanima kurd ji destpêka beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê û heta niha dixebite dibêje, ev weşanên kurdî yê radyoyê zehf girîng e. Ji ber ku piştê hilweşandina Yekîtiya Sovyetê sazî û xebatên kurdan neman û tekane xebatê kurdî maye ku ev jî beşa kurdî ya vê radyoyê ye.
2/4/202323 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Çîrok û Dîrok: Êlî Baba û Çildiz

Çîrokên navdar ên cîhanê “Alî Baba û Çildiz” bi dehan fîlîman li welata hatine kişandin. Çîroka “Elî Baba û Çildiz” di gelek versiyonên Şevên Erebî de ji tê dîtin. Di vê podcastê de Lêkolîner û Nivîskare Kurd Eyûp Guven, behsa çîroka “Alî Baba û Çildiz” dike û dibêje destpêka vê çîrokê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê derbas dibe.
2/2/20239 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

Ciwanên kurd yên nifşa Z ‘heviya me edelet e’

Li Tirkiyeyê nîqaşên hilbijartinên serokomariyê dewam dikin, yek ji kesên ku di vê hilbijartinê de herî zêde dengê xwe dide nifşê ciwanan e ku jê re dibêjin nifşa Zyê ye. Weke Podcast Kurdî me li Diyarbekire hêviyên ciwanan ji van hilbijartinan pirsî.
1/31/202311 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

Civateke kurdî ligel zarokan

Dema hilbijartina dersên kurdî dest pê kiriye. Gonul Morkoç  bi destûrên malbatên wan civatek geş û şên bi zarokên bi navê Delal, Mîtan, Armanc û Nûjen re kiriye. Kerem bikin guh bidin vê podcastê.
1/29/202314 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet-8

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
1/29/202316 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Ziwanzan Hacî Ozkal: Eke wîna şêro ziwanê ma vindî beno!

Nuştox û ziwanzan Hacî Ozkal bi serrano ke zonê ma ser o sereyê xo dejneno. 2 hebî kitabê ey bi zazakî estê. Ma na Podcasta xo zî de goşdarîya ey kenê.
1/27/202320 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

Pall Weşan: Palpişteka nû di weşangeriya kurdî de

Pall Weşanê @pallwesan li Diyarbekirê merasîmek pêk anî û ragihandiye ku wê dest bi karê xwe kiriye. Di vê podcastê hûn dê guh bidin projeyên paşerojê yên Pall Weşanê. @rozerendipity amade kiriye.
1/23/202325 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 7

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
1/22/202320 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

فیلمسازێەك كە شەیدای سینەماكری كورد یەلماز گونەی:ھاوار مستەفا خان

چیرۆكی فیمسازی سەركەوتوو ھاوار مستەفا خان، خەلكی گوندی وەسانی دۆلی باڵایانی بناری قەندیڵ كە ویستووا ببێت بە پاڵاوانی سینەمای كوردی.
1/20/202323 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Çîrok û Dîrok: 3

Spot:Êzîdiyên li Kurdistanê dijîn her sal çilê zivistanê cejna “Bêlind” bi girsehî piroz dikin. Di vê podcastê de Rojnemevanê Êzîdî Xezwan Xazî Navxoş behsa dîroka cejna Bêlind kiriye.
1/18/202315 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Çayxaneyeke setrencê li Diyarbekirê

Li çayxaneyek biçûk a Diyarbekirê, ev 31 sal in tenê setrenc, yanê kişik tê lîstin. Podcastkurdi çûye vê çayxaneyê çîroka vê çayxanê tomar kiriye.
1/16/202310 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Suleyman Yılmaz weçînayîşê 2023 şîrove keno

Tirkîya de weçînayîşê Serekkomarî û Parlamentoyî rê tay mend. Ma na Podcaste de derheqê nêzdîbîyayîşê weçînayîşî û îtîfaqanê ke ameyê ronayîş ser o fikrê Suleyman Yılmazî girewtî.
1/16/20238 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 6

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.
1/15/202319 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Muzîka kurdî 2022: Gelek vîdyoklîbên nû derketin

Di sala 2022an de gelek albûm û vîdyoklîpên nû hatin tomarkirin. Hunermendên weke Ciwan Haco û Cahit Yatek, Kasım Taşdoğan, Siya Şevê, Yûnis Das bi xebatên xwe derketin pêş.
1/12/20237 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Semedê yadkerdişê Mehmûd Nêşiteyî

Xebatkar û kedkarê ziwanê ma, nuştox û cigêrayox Mehmûd Nêşite emser mîyanê ma ra şi û dinayaya xo bedilna. Mehmûd Nêşiteyî bi seran semedê ziwanê ma xebata ercaye kerde. Wefatê ey mîyanê Kurdan de bîyo sebebê xemgînîyêka pîle. Ma na Podcasta xo de semedê yadkerdişê ey qalê cuyayîşê ey kenê û yew hîkayeya ey a bi nameyê “Kurdî nêkewenê mezelê Tirkan” wanenê.
1/9/202318 minutes, 22 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 5

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên  dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye. 
1/8/202320 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

Cihan Olmez: Dewletê bi dozan nehişt em rojnamegeriyê bikin

Cîhan Olmez dibêje: Heger ez ji Kurdistanê dernekama heta 15 salan ez ê di girtîgehê de bimama. Ji ber ku li ser min gelek doz hatin vekirin. Wek gelek rojnamevanên kurd ez jî bûm hedefa dewletê û ez mecbûr mam ku biçim derve.
1/6/202323 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Dîrok û Çîrok - 2

Di vê xelelkê de Serkan Kurt çîrokeka mîtolojîk a Mêrdînê tomar kiriye û wê ji guhdarên xwe re pêşkêş dike.
1/5/202314 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

پەرستارێکی سەربەرز: نیگار محه‌مه‌د مارف

نیگار محه‌مه‌د مارف ئه‌و په‌رستاره‌ کورده‌ی دانیشتوی شاری هه‌ڵمه‌ت و قوربانی هەڵەبچە، که‌ ئاژانسی (بی بی سی) ناوی تۆمارکردووه‌ له‌ لیستی ١٠٠ ژنی کاریگه‌ری جیهان بۆ ساڵی ٢٠٢٢ چیرۆکی ژیانی خۆی بۆ پۆدکاستکوردی ده‌گه‌رێته‌وا
1/4/202311 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Manşet û sermanşet - 4

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên  dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.  🎙Bi sala nû rw Yildirim êdî dê hefteyê carekê vê bernameya xwe pêşkêş bike.  🎧Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.
1/1/202319 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Roşanê Gaxanî Bimbarekî Bo

Roşanê Gaxanî mîyanê Kirmancanê ma de sey şayîyêke yeno pîrozkerdene. Demê Gaxanî de şarê ma şayîyanê cîya bi cîyayan virazeno. Roşanê Gaxanî hetê ra kî roşanêkê ma yo newetî yo zî. Ziwannas Mahîr Dogan derheqê pîrozkerdiş û manaya Roşanê Gaxanî de qisê keno. Mahîr Doğan ma rê qalê Roşanê Gaxanî keno.
12/31/202211 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Hafizeya Bajarekî: Dîlan Sinemasi

Dîlan Sînemasî demekê yek ji mezintirîn salona sînemayê bû li Rojhilata Navîn û Balkanan. Evrîm Demîrê di vê podcastê de behsa Dîlan Sînemasiyê kiriye.
12/30/202216 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Çîrok û Dîrok -Pîrozkirina Noelê li Mêrdînê

Rojnameger Serkan Kurt wê êdî bi bernameya Çîrok û Dîrokê çîrok û dîroka Mêrdînê ji we guhdaran re bînê ser platforma me. Di bernameya yekem de keşe Gabrîel Akyuz behsa çîroka xwe û pîrozkirina Noelê kiriye.
12/24/20229 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Wan- Biryara teqsîmatê nîgeranî bi xelkê re çêkiriye

Wezareta Jîngeh û Şaredariyê û Şaredariya Wanê bi pêkanîna plana teqsîmatê dest daniye ser bi dehan erd û xanî bax û baxçeyên hemwelatiyan û daxwaza çolkirinê li xelkê dike. Mexdûrên wê biryarê dibêjin; ‘’Em ê çawa malên xwe bihêlin û herin li ber kîjan dîwarê rûnên?!’’
12/24/202219 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Nerîteka hezarsalî: Şeva Yeldayê

Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.
12/21/202221 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Manşet û sermanşet - 3

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên  dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye.  Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.
12/21/202217 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Penêr ji goşt bihatir e

Ji ber qeyrana aborî û bihabûna yêm û dermanan heywanên çewlikên şîr jî yek bi yek tên firotin û şîr û penêr êdî nema peyda dibe. Dikanên penêr ê li sûka Balikçilarbaşî yek bi yek tên girtin û bihayê penêr ji yê goşt zêdetir bûye.
12/20/20228 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Dîyarbekir de “Şewa Deyîr û Şîîranê Kirmanckî “

Roja 17ê Kanûne Dîyarbekir de hetê Grûba “Morceleyê Kirmanckî” ra bi nameyê  “Şewa Deyîr û Şîîranê Kirmanckî” şayîyêke virazîya. Xeylê heskerdoxê Kirmanckî ameyî şayîye û desteg dayê ci. Şayîye de Hunermend Xoserî û Eylul Nazlier deyrî vatî, Omer Barasi zî şîîrî wendî
12/19/202217 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Nerîteka hezarsal î: Şeva Yeldayê

Şeva Yeldayê/Şeva Kurdî, şeva herî dirêj a salê ye, gelek neteweyên li Rojhilata Navîn weke nerîtekê wê şevê pîroz dikin. Bi hezaran sal e kurd jî di wê şevê de bi ahengan pîroz dikin. Di vê podcastê de pisporên keleporê behsa Şeva Yeldayê kirine.
12/16/202221 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet - 2

Rojnameger Mehmet Yildirim di xeleka nû ya Manşet û sermanşetê de rûdanên dawî li herçar parçeyên Kurdistanê û cihanê şîrove kiriye. Kerem bikin. Bila guhê we li ser me be.
12/13/202221 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

Kedkarê ziwanê Kurdkî Munzur Çemî dinayaya xo bedilna

Nuştox û cigêrayox, kedkarê ziwanê Kirmanckî (Zazakî) endamê Grûba Xebate ya Vateyî  Munzur Çemî roja yewşemeyî şaristanê Almanya Berlîn de dinyaya xo bedilnabi. Munzur Çem rewnayo ke nêweş bi û tedawîya qansêrî dîyêne. Rayhevalê Munzur Çemî Seyîtxan Kurij û M. Selîm Uzun qalê xebatanê ey kenê û derheqê ey de zanayîşan danê.
12/12/202212 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Dîsan dadgeh destên li pişt komkujiyê diparêze

Dadgehê di doza kuştina 7 endame malbata Dedeogulları de destên tarî parast û belge û peywendiyên kujer Mehmet Altun ê bi hêzên emnî re red dike. Parêzer @avkrblt behsa rewşa dawî ya doza malbata Dedeogullari dike.
12/11/202210 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Wan- Qeyrana aborî kêr gihandiye hestî

Ji ber qeyrana aborî û bilindbûna enflasyonê Xelkê Wanê êdî nema dikarin pêdawîstiyên xwe yên serekî bistînin. Karsaz @SemsettinBZKRT dibêje pdî li herêma pîşesaziyê dengê fabrîkayan nayê bihîstin û qeyranê kêr gihandiye hestî.
12/9/202225 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Ferat Mehmetoglu:Armanc ne dizî ye, armanc qutkirina dengê me ye

Diz li Diyarbekirê her ji çend mehan sîstem û kabloyên kanala Amed Radyo Tvyê didizin. Xwediyê  @amedtvradyo Ferat Memetoglu dibêje; armanc ji diziye qutkirina dengê Amed Radyo Tvyê ye.
12/6/202211 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Zeyneba Daxdewranij - Meseleya Pîre

Dewên de pîrê bena û na mesele yena ci ser. Bêrê ma pîya goşdarîya meseleya pîre bikerê.
12/3/20223 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Zaza Cebelî qalê xebata xo ya arêdayîşê estanikan keno

Nê rojan de 2 kitabê Zaza Cebelî *Dayika Şer (Helbest) û *Meseleyê Verênî û Estonekê hetê weşanxaneyê J&J ra çap bîyê. Zaza Cebelî derheqê na xebata xo de Podcast Kurdî rê behsê xebata xo ya “Meseleyê Verênî û Estonekê” keno. No veng, vengê ziwanê şima yo…
12/2/202217 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Ahenga swinga Amerîkî li birc û pirên Amedê

Koma Swing Amedê bi salan e li cî û warên dîrokî yên Amedê bernameyên dansa swingê li dar dixe. Endama Koma Swing Amedê Newal di vê podcastê de behsa çîrok û projeyên Koma Swing Amedê kiriye.
12/1/202214 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Manşet û Sermanşet-1: Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike

Rojnameger Mihemed Yildirim wê rûdanên girîng li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê binirxîne û şîrove bike. Ev yekem xelelka podcasta Mihemed Yildirm bû. Bila guhê w eli ser me be. Dengê me dengê we ye.
11/28/202213 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

Kujerên Tahir Elçî vedişêrin

7 sal bi ser koça Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî borî. Di 7 salên koça wî de ne li Tirkiyê tiştek guherî ne jî kujerên wî hatin aşkerekirin. Parêzer Abdullah Çagerê hevalê Tahir Elçî ye behsa  wî dike.
11/28/202210 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

Pêşengiya jina kurd di şoreşa Rojhilat û Îranê de

Zêdetir ji 2 mehan e jinên kurd bi dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî’’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêşengiya şoreşê dikin. Di Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî de nivîskar û çalakvana mafê jinan Solmaz Durûdî  behsa rola jinên kurd  di şoreşê de kiriye.
11/25/202219 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Metirsiya Bikaranîna maddeyên hişbir li Wanê

Li bajarê Wanê û navçeyên sînorî yên Serhedê bikaranîna maddeyên hişbir bûye diyarde. Rojnameger Nejla Kirbaş di vê podcastê de behsa metirsiya maddeyên hişbir li herêmê dike.
11/24/202214 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê

🎙️Şahidiya li Şewata Sînemaya Amûdê 🎙️62 sal bi ser komkujuya Şewata Sînemaya Amûdê derbas bû. Di wê şewatê de rejima Beasê agir bi sînemê xistibû û 230 zarokên kurd canê xwe bext kiribûn.Yek ji şahidên wê bûyerê ji me re behsa wê rojê kiriye.
11/13/202220 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Dikanan taxa yek bi yek tên girtin

Li ber diranên çerxa felekê yek bi yêk dişken dikanên taxa. Li gor daneyên Odeya Esnaf û Pişesazan a Diyarbekirê di 10 salên dawîyê de 3 hezar û 500 dikanên taxa hatine girtin.
11/8/20227 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Vertanîs- 29 sal e ew agir dewam dike

📍Bi cend deqîqeyan bikifikirin, di şeveke de hemû mala wetevî xwişk û birayên we li ber çavên we tên şewitandin. 📍Û destur nayê dayin ku hun û keseke din aveke li wê agirî bikin we dê çi bikira? 🔊Di ve Podcast’a xwe de em e jı we re behsa çiroka Aysel Öğüt u Vartinise bikin.
11/4/202210 minutes, 1 second
Episode Artwork

Swêd- Çîroka şahekî bernamesaziyê

Muhendisê bernamesaziyê Mehmet Can Seyhan demeke li Swêdê ye û li Swêdê kompanyaya xwe ava kiriye. Di demeka kurt de ew bûye yek ji mezintirin bernamesaz li Swêdê. Çîroka Seyhan di vê podcastê deye.
11/3/202219 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Ne girtîgeh e: Dojeh e

Zindana Diyarbekirê ew cihê ku mirovahî lê miriye.Girtîgeha Diyarbekirê di derbeya leşkeri a 12 îlona 1980î de bi îşkence û kiryarên li dijî mirovahîyê tê naskirin bi destê hikûmetê hat girtin. Mexdûrên îşkenceyê behsa serboriyên xwe yên li zindanê dikin.
10/25/202212 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Yasaya Sansûrê dê çi bi xwe re bîne?

Rêveberê MLSA yê Parêzer Veysel Ok derbarê yasaya sansurê de dibêje; Ne tenê rojnameger, hemû welatî, hemû saziyên sivîl, baro û partiyên siyasî bi îhtîmaleke mezin wê bibin mexdûrên vê yasayê.
10/24/202216 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Şahab Laçîn qalê edebîyatê fekkî yê ziwanê ma keno

Nuştox û cigêrayox Şahab Laçîn xeylê wexto ke qezaya Dîyarbekirî Gêl û der û dormeleyê ci de estanik û deyîranê Zazakî ser o cigêrayîşan keno. Eyê ke wazenê edebîyatê fekkî yê zazakî ra hayîdar bê eşkenê nê qiseykerdişê Şahab Laçînî ra îstîfade bikê.
10/22/202244 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

Rojava- Tekane hostayê hesin li Qamişlo

Xwediyê tekane kargeha hesin Ezîz Hesen li kargeha xwe gelek amûrên hesin çêdike û wan dişîne bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hesen ji xeyala zaroktiya xwe avakirina kargehekê bi cî aniye û bûye hunermendê hostayê hesin.
10/20/202217 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Wan- Dozgerê kerr û kor e wezîr gundiyan tohmetbar dike

2 sal berê gundiyên bi navê Servet Turgut û Osman Şiban ji helîkopterê hatin avêtin. Servet Turgut koça dawî kir û Osman Şiban jî demeke dirêj li nexweşxanê tedawî bû. Îddîaname nehatiye amadekirin dozgeran xwe kerr kirine û li cihê wan wezîrê navxwe gundiyan töhmetbar dike.
10/18/202211 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Çîroka koçberiya pîremêrekî Efrînî

6 sal bi ser dagirkeriya Efrînê derbas bûye û ji heyama 6 salan Efrîn wêran xelkê wê perişan e. Mam Xelîl yek ji şêniyên Efrînê ye ku di heyama 6 salan hem hemû zarokan xwe wenda kirine û hem tûşî derbederi, xizaniyeke dijwar bûye. Podcasterê me Welîd Hûsên çîroka Mam Xelîlî tomar kiriye.
10/15/202216 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Çavdêriyên geştiyarekî Nemsayî li Bakurê Kurdistanê

Geştiyarê bi navê Miladen ê bi eslê xwe mimar e, zededir ji mehekê ye li kuçe û kolan û şûwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê digere. Di vê podcastê de Meladin ji çavdêrî û serpêhatiyên xwe yên li bajarên kurdan Rozerin Tekin re dibêje.
10/13/202210 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Kanî Xulam: Şarê Îranî hînî azadî wazenê

Nuştox û cigêrayox Kanî Xulam derheqê kişyayîşê Jîna Emînî û xoverrodayîşanê bindestanê Îranî de vano " Şarê Îranî hînî serbestî wazenê. Ganî pêro şarê Îranî bêrê tekişt û Rejîmê dîktatorî birijnê" Kênaya Kurde ya 22 serrî Jîna Emînî roja 13ê êlûla 2022yî Tehran de hetê polîsanê Dewleta Îranî ra, bi bahaneyê porê aye asîyeno, ameybî îşkence kerdene û dinyaya xo bedilnabî.
10/10/202222 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

Çîrokeka serkeftina parêzerekî ji Rojava heta Bakur

Piştî hatina ji Rojava bo Bakur Ehmed Melemuhammed beşa hiqûqê dixwîne û li Bakurê Kurdistanê dibe parêzer. Parêzer Ehmed behsa çîroka xwe kiriye.
10/7/202215 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Çîroka lêkolîna Keleha Zerzewanê (Xangul Ozbey)

Serokê Tîma Lêkolîna Keleha Dîcleyê Dr. Aytaç Coşkun behsa serpêhatiya lêkolînên Keleha Zerzewanê dike. Xangul Ozbey amade kiriye.
10/3/202214 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Versîyonê destanê Sîyabend û Xecê yo bi kirdkî (Zazakî)

Hecî Xenîyo Mistanij nika 90 serrî yo û bi qasê 40-50 serrî verî xalê xo ra goşdarîya destanê Sîyabend û Xecê ke mîyanê kurdanê ma yê kurmancan de namdar o kerdo. Hecî Xenîyo Mistanij bi ziwanêko zelel behsê meseleya Sîyabend û Xecê keno. No veng, vengê ziwanê şima yo.
10/1/202215 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Hişyar Özalp: Bilindkirina ala Kurdistané ne sûc e

Bilindkirina Ala Kurdistanê di maça Amedspor- Bursasporê ji aliyê çend ciwanên CNKê bû rojev. Parêzer Hişyar Ozalp dibêje hildana Ala Kurdistanê ne sûc e.
9/30/202213 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Raperîn li Rojhilat û seranserî Îranê

Piştî şehîdbûna Jîna Emînî li 31 wîlayetên Îranê û li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê raperînê dest pê kir. Çalakvana mafê jinan Solmaz Durudî û nivîskar û şîrovekar Tahir Xalidî behsa xwepêşandan û raperîna dikin.
9/28/202231 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Ali Fikri Işik: Fikra Ahmet Yildirim tune ye

Ali Fikri Işik temşeyî maça Nazilli Belediyespor-Amedsporê kiriye Işik dibêje, "Fikra Ahmet Yildirim tune ye. Li pişt vê lîstîka li qadên fikrek û firasetek tuneye." Işik maça Amedspor - Bursasporê ya ku wê îşev bê lîstin jî nirxand.
9/25/202214 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Xelkê Diyarbekirê: Em ne bextewer in!

Li gor rapirsiyan,xelkê Diyarbekirê di rêza kêfxweşiyê de di rêza yekem de ne. Yanî Amedî ne kêfxweş in. Xelkê Diyarbekirê dibêjin em ji jiyana xwe nerazî ne.
9/22/202217 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

Govenda dawî ya Apê Musa- Musa Anter (Gulistan Korban)

Doza qetilkirina Musa Anter weke doza kuştina gelek siyasetmedarên kurd bi destê dewletê demborî bû û piştî 30 salan ji kuştina Anter doz hate girtin. 🎙Gulistan Korban amade kiriye
9/20/20227 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno

Nuştox û cigêrayox Murat Başaran qalê edebîyatê dînî yê Sêwregi keno û malumatanê hîrayan dano. Cigêrayîşê Murat Başaranî ra zî bewlî beno ke tarîxê ziwanê ma yê nuştekî de cayê Sêwregi berz o û berhemê ercayê ameyê nuştiş.
9/18/202210 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Çavderiyên ji geşta Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Rojnameger Xangul Ozbey di vê xeleka podcastê de behsa çavdêriyên xwe yên geşta li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiriye.
9/15/202212 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

Performanseke reddiyeyê li Zerzewanê

Hunermend Adem Bulut bi nûmayişeke nû balkişand ser wêrankirin û jinavbirina bermayiyên dîrokî yên erdnîgariya Kurdistanê.  Adem Bulut behsa performansa xwe kiriye.
9/14/202211 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Maseya Podcasterên Jin

Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa pêdawîstiyên serekî yên jinan, bihabûna pedên hîjyenîk û tesîra wê li ser jinan kirine.🎙️
9/8/202220 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

Alî Riza Aslan: Ji bo goreke kurê min hebe min li ber xwe da (Gulistan Korban)

Ali Riza Aslane ku hestiyê kurê wî yê 27 salî di nava kutiyeke de radestî wî kirin ji Podcast Kurdî re axivî.  Aslan dibêje; "Ger dozger li wir buna min ê jê re bigota "Ger zarokên te bi vî awayî bidana te yê qebul bikira  ez ê jî qebul bikim.
9/6/20227 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Haydar Diljen vizêrî ra hetanî ewro behsê Dimilîya Sêwregi keno

Nuştox Haydar Diljen behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro edebîyatê Sêwregi keno. Dimilîya Sêwregi mîyanê fekanê Zazakî de cayê aye zaf muhîm o. Endamê Grûba Xebate ya Vateyî Nuştox/Cigêrayox Haydar Diljen o ke bi xo zî Sêwregi ra yo û Diljen ma rê behsê Dimilîya Sêwregi û vizêrî ra hetanî ewro ziwanê ma de cayê edebîyatê sêwregi keno.
9/6/202216 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

Serpêhatiya masîvanekî li Dîcleyê

Masîvan Veysî Bozyil ê li Amedê ev 30 sal in masîvanî dike, her sibe û êvarê ji Çemê Dîcleyê masiyan digre, tîne dikana xwe ya li Mêrgahmedê dipêje û xav jî difroşe. Bozyil dibêje ku di Çemê Dîcleyê de 17 cureyên masiyan hene. Bozyil destnîşan dike ku çêkirina bendavan û ocaxên qûmê, bandorek neyînî li masiyên Çemê Dîcleyê dike. Bozyil ê ku debara xwe bi masîvaniyê dike, ji karê xwe û masiyan pir hez dike. Bozyil di heman demê de helbestan jî dinvîse.
8/31/20227 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Halê Dalkurdê ne di xema rêveberên wê daye ( Ali Fikri Işık )

Alî Fikrî Işik dibêje, lîstika xirab a Dalkurdê berdewam dike û lîstîka xirab a Dalkurdê li yarîgehê ne di xema berpirsên wê daye.
8/30/20229 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

Serpêhatiya hostayeka amûrên elektronîk li Wanê

‘Her tişt li ser dile mîrov e, heke tiştek binuqute dilê însan ne mimkun e ku ew tişt bisernekeve ‘ wiha dest bi xeberdana xwe dike Nazîme Curga. Curga, jineke 39 salî ye û bi qasî 18 salan e li Wanê temîra amurên elektronik dike. Curga , dayika 5 zarokan e û him ji mala xwe ra eleqedar e him jî kargeha xwe dinêre. Serê sibê wexta kar û barê xwe yê malê temam dike, tê derîyê kargeha xwe vedike û piraniya zemanê xwe li wê derê derbas dike. Tişteke wê xemgîn dike heye; berteka mêran…. Nêzîktarîya mêran wê gellek aciz dike . Lê baş e ku hevserê wê ji wê ra buye darpiştek. Curga, ne ji karê xwe ne ji sekna xwe yek gav paş da neavêtî ye , her dewam kirîye. Hetta dibêje ku êdi li hember wê pejirandinek heye. Pêşnîyareke Curga ji jinan ra heye û dibêje divê jin jixwebawer bin û qet xwe biçuk nebinin…..
8/22/202212 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

M. Malmîsanij derheqê xonamekerdişê şarê ma de qisê keno (2)

M. Malmisanij na beşa qiseykerdişê xo de derheqê kamîya (nasname) şarê ma de zanayîşanê hîrayan dano û qalê meylanê xeletan ê ke zirar danê ziwanê ma ro keno…
8/17/202239 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

Zeyneba Daxdewranî - Meseleya Di Birayan

Na mesele Dewa Daxdewranî ya Gergerî de qewmîyaya. Bêrê ma goşdarî bikerê hela çi ameyo sereyê nê di birayan.
8/14/20224 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Letîfo ke çimanê xo ra astengdar o raştê neheqîya minîbusçîyan yeno

Kor Letif bi nameyo bîn Hefiz Letîf her roj semey rizqê tutanê xo keye ra vejyeno teber ke şêro sûke. La minîbûsê Dîyarbekirî ey nêgênê û tira remenê. Letîf her roj pê na kerdena minîbusçîyan zehmetî anceno, ezîyet vîneno. Ma na Podcasta xo de Letifî de pîya verê keyeyê ey ra kewtî rayîr û bîyê şahadê zehmetîya ey û neheqîya ke minîbusçîyê Dîyarbekirî ey rê her roj kenê.
8/3/202216 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Talankirina daristanên Şirnexê

Li Şirnexê talan kirina daristanan zêdebuye. Bi hinceta ewlehiyê rojane hezar û 500 ton dar têne birin.  Parêzer Mahmut Sidar dibeje; Di qanunê de mafê her tiştekê heye, mafê darekê jî he ye. Lê kesên berpirsiyan van qanuna nainin cih. 
8/2/202215 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Terziyekî kurd cilên Tom Crouise difesilîne ( Xangul Ozbey)

Cilên Tom Crouise ji aliyê kurdekî ve tê dirûtin.  Ezîz Ormanci yê ji navça Farqîna Amedê ye, di 23 saliya xwe de diçe Amerîkayê li wir ji kesên navdar ên cîhanê, yên wekî Tom Cruise û gelek dewlemendên cîhanê re cilan didirû û bi karê terzîtiyê dike û  li cîhanê navdar dibe.
7/31/202218 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Xalid Sadînî behsa pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan dike

Nivîskar û weşangere Çolemêrgî Xalid Sadînî 20’an zêdetir pirtûk çapkirî ye. Niha jî pirtûka 'berze' Mîrnameya Hekariyan derxiste holê. Sadînî, bu mehvane Podcast Kurdî behsa Hekkarîyê, Mîrên Hekariyan û pirtûka Mîrnameya Hekariyan kir.
7/29/202225 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

40 sal xizmet di ber kasetan de

Kasetfiroş ango bandçî dawî yê Surê Diyarbekirê Muhittin Akbey e. Ew 40 sal e bandan difroşe û zêdetir ji 40 hezar kasetên wî hene. Di vê podcastê de Akbey behsa çîroka xwe û kasetan kiriye.  @rozerendipity amade kiriye.
7/28/202218 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye

Alî Fikri Işik behsa hêviyên xwe yên Dalkurdê yên vê heyamê kiriye Işik dibêje: "Dalkurd dê vê demsalê ji ser Pirasiratê derbas bibe, divê biryara xwe bide."
7/26/202213 minutes, 10 seconds
Episode Artwork

Yeşilyaprak: Ez dixwazim di navbera rîtmên muzika latînî û kurdî de pirekê ava bikim

Perkusyonist @dilanium behsa serboriya xwe û înstrmenta xwe perkusyonê dike. Yeşîlyaprak dibêje ew dixwaze di navbera muzîka kurdî û latînî de pirekê ava bikim. 
7/23/202231 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Altekin: Sîstemeke heteroseksîzmê heye

Endamê Komîsyona Mafên LGBT+ yê Baroya Diyarbekirê Okan Altekîn dibêje sistemeke heteroseksîzmê heye li gorî ve sistemê tene “jin û mêr heye ew jî dizewicin û zarokan dînin û dibin malbat.
7/19/202214 minutes, 1 second
Episode Artwork

Pınar Yıldız behsê xebata xo ya “Mehelîyan” ser o kena

Pınar Yıldız derheqê zazayanê Qerejdaxî (Mehelî) de malûmatanê hîrayan dana.  Pınar Yıldız zazayanê Qerejdaxî ser o xebatêke kerda û nê zazayê Qerejdaxî xo bi nameyê “Mehelî” name kene û xo sey eşire vînenê.
7/18/202217 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Jiyana koçeran li Berwariyê (Perixan Kaya)

🎙️Zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ye, her sal mazûvaniya bi sedan koçeran  dike. Koçerên  Şirnex, Cizîr û Silopiyayê di vê xeleka podcastê de behsa jiyana koçberiyê dikin.  🎙️ Perixan Kaya  amade kiriye.
7/14/20227 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Parezerê Hantaş: Dema kujer polîs û kuştî jî kurd be encama dozê ti carî naguhere! ( Gulistan Korban)

Di doza kuştina Recep Hantaşê 20 salî ku bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikir polîsê ew kuştibû berat kir.  🎙Gulistan Korban amade kiriye.
7/13/202210 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Westeyê Çewlîgijî behsê Qedeyîfa Burma ya namdare kenê

Qedeyifa namdare ya Diyarbekirî bi serrano ke pê destê westeyanê Çewlîgijan yena viraştiş, pewtiş û rotiş. Tehmê Qedeyifa Dîyarbekirî bîyo namdar û her ca rê vila bîyo.
7/9/202217 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Parêzer Dîyar Çetedîr: Mafên penaberan tê binpêkirin

Li Tirkiyeyê di sala dawî de li ser penaberan nîqaşeke cidî heye. Gelek penaber rastî tundiyê tên û gellek jî ji ber ewlehiya wan nîn e derbasî Ewrupayê dibin.  Endamê Lîjneya Rêveberiya Baroya Diyarbekirê Parêzer Diyar ÇETEDİR  behsa rewşa penaberan dike.
7/7/202212 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Alî Fikrî Işik behsa bengîtiya futbolê dike

Di vê xeleka Bînergehê de Alî Fikrî Işik ji guhdarên xwe re behsa felsefe û psîkolojiya bengîtiya futbolê kiriye.
7/4/202212 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Embazê Şaban Şenateşî behsê ey û xebata ey kenê

Embazê Şeban Şenateşî Alî Îlhan, Mustafa Karadağlı û Faruk Çetînkaplan behsê prosesê vejîyayîşê kitabê Şaban Şenateşî “Fehengê Zazakî” kenê. “Ferhengê Zazakî” yê Şaban Şenateşî yo rehmetî ke qasê 20 serran ser o gurîyayo badê wefatê ey emser ame vilakerdene. Ey bi çimanê xo ferhengê xo nêdî la heskerdoxê ey heskerdoxê Dimilkî ( Zazakî) Ferhengê ey çap kerd.
6/29/202233 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Dadgehê Cemal Metin Avci xelat kir ( Perixan Kaya)

Bavê Pinar Gültekin Sıddık Gültekin dibêje, ji ber em kurd in dadgehê doza kaça min wisa kir. Ev dû sal e jiyana me wan ne jiyan e, ne tenê Pinar ew hemû kûştîne.
6/28/202214 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Qetlên Reşetariyê- Doza Mehmet Sincar

Doza Parlementerê DEPe Mehmet Sincarê ku di 1993an de hate kuştin jî bi girtinê re rû bi rûye.  Hevsera Sîncar, Cihan Sîncar dibeje; ez nebinim jî wê neviyên min bibine lê elbet wê edalet were cîh.
6/27/202217 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Hunermendê Newrozê Hesen Zîrek

Îro 50 sal bi ser koça dawî ya Hesen Zîrek re derbas dibin. Zîrek bi sedan stran li gencîneya muzîka kurdî tomar kirine. Podcastera me Xangul Ozbey ji ser Bokanê ji ser aramgeha Hesen Zîrek podcast tomar kiriye.
6/26/202210 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Maseya podcasterên jin III

Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê rêze podcastê de behsa neyeksaniya derfetên karên xwe kirine. Ev xeleka dawî ya vê podcastê ye.
6/25/202214 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

Alî Fikrî Işik behsa transferkirina futbolîstan dike

Alî Fikrî Işik di vê xeleka podcastê de behsa tranferkirina futbolîstan kiriye. Işik dibêje; transferkirina futbolîstan li lîga 2yem xeletiyeke mezin e. Çunke lîstikeke baş di wê lîgê de nîne.
6/24/202212 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Maseya podcasterên jin II

Rojnameger û podcasterên me di vê rêze podcastê de behsa serpêhatiyên xwe yên karê rojnamegeriyê kirine.
6/23/202212 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Maseya podcasterên jin

Rojnameger û podcasterên me yên jin di vê xeleka podcastê de behsa zahmetî, fişar û berbestên karên xwe dikin.  Maseya podcasterên jin wê weke rêzepodcast berdewam bike.
6/23/202214 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Sûr- Taxên Dîrokî hatin rûxandin ê din jî tên “fetihkirin”

Li Sûra Diyarbekirê beriya 7 salan ji ber şerê bajaran taxên dîrokî hatin rûxandin niha jî şaredarî navê taxa Kitilbilê weke “Fetih e” guherandiye.  Akademisyen Aziz Yağan behsa guhertina li Sûrê dike.
6/22/202219 minutes, 1 second
Episode Artwork

Hûnermend Mikaîl Aslan bîyo meymanê Podcast Kurdî

Ma na Podcesta xo de deyîrbazo Dêrsimij Mikaîl Aslanî kenî meymanê xo. Ma na Podcasta xo de Dîyarbekir de Mikaîl Aslanî reyde ameyî têlewe û xebata ey, xebata albumê ey a neweyî ser o qisey kerd.
6/20/202231 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Hunermendê defê Seyîd Tajedîn Huseynî: Def ji bo min heval e

Muzîsyenê kurd Seyid Tajedîn Huseynî di emreke gelekî piçûk de dest bi lêdana defê kiriye û ew bi sala ne defê dijene. Di vê podcastê de Huseynî behsa dîroka defê, cihê wê di muzîka kurdî kiriye.
6/17/202238 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Bendewarên Binxetê

Herçend koçberî û xerîbiya ji Binxetê ber bi sînorên welatên derve zahmet e, mayîn û bendewariya Binxetiyan jî ji bo dîtîna yên çûyî gelekî zehmet e.  Di vê podcastê de çîroka bavekî bendewarê zarokên xwe guhdar bikin
6/17/202211 minutes
Episode Artwork

Batman- Serpêhatiya jineke nanpêj û serkeftî kedar (Perîxan Kaya)

Jina bi navê Yasemîn Saygi li bajarê Batmanê dijî, li taxa Bahçelîevlerê nanpêjiyê dike. Bi karê nanpêjiya debara erz û eyalên xwe dike.  Perîxan Kaya amade kiriye.
6/16/202210 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Bexçeyên Hevselê roj bi roj namîne (Xangul Ozbey)

Baxçeyên Hevselê ku ji kîtabeyên Asûran bigire heta bîranînên Ewliya Çelebî di gelek rûpelên dîrokê de cih girtine, ji ber xemsarî, çêkirina avahiyan û mercên qeyrana aborî roj bi roj namîne.
6/14/202218 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Qeyrana aborî tesîr li ajaldariyê jî kiriye

Qeyrana aborî, bihabûna keresteyan û nebarîna baranê di dema xwe de tesîrekene neyîni li ser ajaldariyê ji kiriye.  Şivanê ji Gundikê Melî Şivan Nezir Sidar dibeje, dahata wan weke salên berê baş nîne
6/13/20229 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Diyardeya zarokên karker û derûniya zarokan (Beril Caymaz)

🎙Li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya zarokên zarokên karker pir zêde ye û her meh 5-6 zarokên karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin. @BerilCaymaz di vê podcasta xwe de behsa diyardeya zarokên karker kiriye.
6/12/20229 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Kanî Xulam hîrabîyayîşê NATOyî ser o qisey keno

Nuştox û aktîvîsto Kurd Kanî Xulam muracatê endamtîya Swêdî û Fînlandîya yê NATOyî û razînêbîyayîşê Tirkîya şîrove keno. Hukmatê Tirkîya qebûl nêkeno ke wa Swêd û Fînlandîya bibê endamê NATOyî û wazeno wa ê her di welatî hetkarî nêdê Kurdan.
6/6/202244 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

Berhevkareka keleporê û şirêjinek li Rojava

Hizniya ango Keça Kurd li hêlîna bav û diya xwe xwedî derketiye û hemû xwişk û bira li ser destên xwe mezin kiriye. Ligel xanedaniyê 22 sal in keresteyên keleporî berhev dike.  Çîrokeka jineka serkeftî li Dirbêsiyê.
6/4/202213 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Zeyneba Daxdewranî - Estanika Lajê Axayî

Ma bi estanikêka bîne benê meymanê şima. Wa estanikî cuya şima de kêmî nêbê!
6/2/20227 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Gelo çi ra konsêrê hûnermendanê Kurdan qedexe benê?

Deyîrbaz Mucahît Goker qedexebîyayîşê konsêranê hûnermendanê Kurdan ser o qisey keno.   Nê rojanê peyênan de konsêrê deyrîbazanê Kurdan hetê Walîtîyan û Şaredarîyanê girêdayîyê hukmatî ra ameyê betal kerdene.
5/30/202215 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Seyran Duran: Baweriya azadiyê hêzê dide mirov

Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Swêdê Seyran Duran çîroka xwe @NjnnOnn re gotiye. Duran dibêje divê jin pêdaçûnê di halê xwe de bikin û xwe biguherînin.
5/29/202230 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Alî Fikrî Işik di vê podcastê de fînala lîga şampîyonan şîrove kiriye

Di maça fînalê ya Lîverpool- Real Madrîdê de Real Madrîd bi golekê ji Lîverpoolê bir û 14 caran bû şamyîyonê lîga şampiyonan.
5/29/202212 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Firoşkar: Bi zorê em debara xwe dikin

Jimareyeke zêde ya kurdan li Enqerê heye û bazarên sektora mahsî û mîwe di destê kurdan daye. Fîroşkarên bazêrên sewze û mîwe yên kurd dibêjin ji ber qeyrana aborî û kêmbûna dahata xelkê ew bi zorê debara xwe dikin.
5/26/202211 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Farqîn- Pîrozbahiya Serê Gulanê

Farqînî dibêjin “Gulan bûka salê ye, Farqîn di dilê herkesî de cihê ye.” Farqînî her sal 14ê Gulanê diçin seyrangehan û hatina Gulanê pîroz dikin.  Xangul Ozbey behsa cejna Serê Gulanê û nerîta wê cejnê dike.
5/26/20228 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Ümit Baysal: Radyo Alef dengê Mêrdînê ye

Koordînatorê Giştî yê Radyo Alefê Ümit Baysal behsa naveroka weşana radyo Alefê û planên xwe yên pêşerojê dike. Baysal dibêje Radyo Alef bi xwe dengê Mêrdînê ye. 🎙@fatexann amade kiriye.
5/24/202212 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Rojava- Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat

Hişkesalî îsal jî bi ser cotkarên Rojavayê Kurdistanê de hatiye û toximên cotkaran xistibûn axê ji ber nebara baranê berhem nedane.  Cotkar bi fikar in û bihayê genim û ard jî roj bi roj biha dibe.
5/20/202218 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Xwendekar rêwitiyê bi trênê dikin

Diyarbekir- Qeyrana aborî, bihabûna nirxê mazot û sotemeniyê berê xelkê û xisûsî jî xwendekaran daye geştên xwe bi trênê bikin.  Xangul Ozbey di geşteke bi trênê ya Diyarbekir- Batmanê de vê podcasta xwe tomar kiriye.
5/19/20228 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Muzîsyen Ali Doğan Gönültaş qalê albumê xo keno

Bi nameyê "Kiğî"albumê Ali Doğan Gönültaşî ame vilakerdiş. Alî Doğan behsê albumê xo yê neweyî û projeyanê xo keno.
5/18/202210 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Diyarbekir- Seyyare li ser destê Delalê tamîr dibin

Jina bi navê Delal Orûç, her roj diçe sanayiya Diyarbekirê û wesayîtên xerabûyî tamîr dike. Wê daye dû xeyala xwe   Hosta Delal behsa serpêhatiya serkeftina xwe dike.
5/17/20229 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Çend pêşniyaz bo Amedsporê

Alî Fikrî Işik, beriya maça Amedspor û Tarsus İdman Yurdusporê ya Play-Offê hin pêşniyazan li tîmê dike. Işik, dibêje heger Amedspor guh bide van pêşniyazan wê serkeftî be.
5/15/202213 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Dîyarbekir de şayîya Roşanê Ziwanê Kurdî

15ê Gulane Roja Roşanê Ziwanê Kurdî Dîyarbekir de bi çalakîyanê cîya bi cîyayan ame pîrozkerdiş. Hetê Platformê Ziwanê Kurdkî (PZK) û Tora Ziwanî û Kulturê Kurdkî ra bi minasebetê 15ê Gu
5/15/202210 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Piyanîst Boran Zaza: Xeyala min ew e li Qamislo konserekê bidim

Piyanîst Boran Zaza dibêje eq çend sal e ne li Kurdistanê ye ew bi kurdbûna xwe û kultura xwe serbilind e. 🎙Nujin Önen amade kiriye.
5/14/202223 minutes, 10 seconds
Episode Artwork

Sînorê bi xwîn

Li Bajarokê Ruboraka Colemergê mirina ciwanên kurd êdî bûye diyardeyek ji rêzê. Herî dawî ciwane bi navê Tahsin Yalçın li ser sînor bi destê leşkeran hate kuştin.  Kuştina van ciwanan em ji Komeleya Mafê Mirovan ya Colemergê bi Sibel Çapraz re axivin.
5/13/202213 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Nebatên rengîn û dermanbexş ên siruşta Kurdistanê

Li deşt û çiyayên Kurdistanê nebat û gihayên wekekereng, ribês, gûlîk, mendê, kiwarik û hwd tên çinîn.  Nivîskar İhsan Birgül dibêje, kurdan gelek nebat û gihayan yan pijandine xwarine û an jî weke derman bikaranîne.
5/12/202221 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

M. Malmîsanij derheqê problemanê kirmanckî de qisey keno

Malmisanijî derheqê rastnuşê kirmanckî (zazakî) de zanayîşî dayî, behsê xebata Grûba Xebate ya Vateyî kerd û çend nimûneyan ser o cewab da tay xeletîyê ke warê rastnuştişê ziwanî de benê.
5/11/202216 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Piştî 7 salan careke din deng bi dêra Surp Gragos ket

Li Dêra Ermeniyan a Surp Gragosê piştî 7 salan yekem ayîn pêk hat. Bi sedan ermen ji çar aliyên cîhanê hatin Amedê û tevli vê ayînê bûn. Di ayînê de hem kêfxweşî û hem jî dilşikestin hebû.
5/10/20229 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Sînamegereke serkeftî li Bakurê Kurdistanê ( Pencemorên JInan-3 )

Sînameger Lîsa Çalan di gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û projeyên rêzefîlman de cih girtiye Di 26emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî Keralayê ya li parêzgeha Kerala ya Hîndistanê ‘’Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê’’ wergirt. Çalan di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê bû.  Lîsa Çalan mêvana vê xeleka Pencemorên JInan e
5/8/202240 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Sirûc- Dîdarek ligel çend karker û cotkaran ( Beril Caymaz)

Îro 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ye. Bi minasebeta Roja Karkerên Cihanê Beril Caymaz ligel çend karker û cotkarên kurd li Sirûcê axiviye. 1ê Gulanê Pîroz be!
5/1/20228 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Mîkaîl Erbey: Îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hat

Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikail Erbey dibêje ligel pandemî û qeyrana aborî niha îsal jî hişkesalî bi ser cotkaran de hatiye û rewşa cotkaran xirab e. 🎙 Mahsum Rencber amade kiriye.
4/30/202216 minutes, 1 second
Episode Artwork

Nûnerê nerîta hezar salan: Îbrahîm Akyol

Îbrahîm Akyol 70 sal e bi nebatên siruştî ji nexweşan dermaan çêdike û wan tedawî dike.  Îbrahîm Akyol çawaniya çêkirina dermanan û berdewamiya nerîta dermansaziyê gihayî ji me re aşkere dike. 🎙Xangul Ozbey amade kiriye.
4/28/202212 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Receb İçen: Divê xema şanohezan estetîk be

Dramaturg Receb Îçen behsa proseya avabûna Şaneşîn Performans û yekem lîstîka wê ya bi navê Bêcirê dike. Îçen dibêje divê xema bîneran estetîk be. Fate Saruhan amade kiriye.
4/27/202213 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Xweparastin ji Tundiyê- 4

Nebûna xizmetguzariya bi zimanê kurdî li saziyên fermî dibê rêgir jinên kurd tûndiya beramberî xwe bînin ziman. Parêzer Semra  Balyan û civaknas Berivan Öztürk  behsa rêgiriyên li pêş zimanî û tûndiya li ser jinan kirine.
4/26/202230 minutes, 17 seconds
Episode Artwork

Maça Amedspor- Isparta Davrazsporê

Alî Fikrî İşik, ji bînergehê temaşeyî maça Amedspor- Isparta Davrazsporê kir. Işik her dîsan tekez dike ku çi stratejiyeke Amedsporê  tuneye û dibêje ji vê çi lîstikê çi tişt dernaekeve û hêviya wî tuneye.
4/24/202211 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

Harûn Bozkurtî reyde kitabê ey ser o

Wayîrê xebata “Destpêk ra Heta Ewro Antolojiyê Şîîranê Zazakî” Harûn Bozkurt qalê xebata xo keno. Bi kirdkî (zazakî) reya verêna ke xebatêka wînayêne ameya kerdiş.
4/24/202239 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Azad Altun: Rojnamegeriya kurdî gihiştiye asta navneteweyî

Rojnameger Azad Altun Azad Altun zêdetir ji 2 mehan li meydana şerê Ukrayna û Rûsyayê ye. Altun tecrûbeyên xwe yên li meydana şerî û rewşa rojnamegeriya kurdî şîrove dike. M. Salih Bedirxan amade kiriye
4/22/202242 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

Qetlên Reşetariyê! (Gulistan Korban)

Rojnamegeriya Kurdî îro 124 saliya xwe pîroz dike. Di Rewitiya 124 salan de karwanê vê rêwîtiyê gelek bedelên giran dane. Di rêza podcasta Qetlên Reşetariyê de me behsa çîroka kuştiba belavkarê Azadiya Welat Qedir Bagdu kiriye.
4/22/202212 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Warê ma yo Dersîm

Payîz, bihar, zivistan û havîn… Dêrsim bi xwezaya xwe her demsal wek quncikekî cinetê ye. Herêma Dêrsimê siruşta wê  hemû demsal jî pir mirova mest dike. Lê Dersim bî taybetî çiyayên we mirova mat mayî dihêle. Me ev podcast ji geliyên Dêrsîmê tomar kiriye.
4/21/202211 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Karê etarî û çerçîtiyê lı ber nemanê ye

Mihemed Nesîm Ertugrul ê 22 sal in etariyê dike, etar Ertugrul dibêje ji ber buhabûna mazotê, êdî nikare karê xwe bike. Xangul amade kiriye
4/19/202211 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Şîrîn Mîrza: 2 sal e li kurê xwe digerim

Xortê Rojavayî Muhemed Mîrza Mîrza 2 sal e, bêserûşûn e li ser sînorê Rojhiat û Bakur. Dayika MuheMed Şîrîn Mîrza gund bi gund bajar bi bajar li kurê xwe digere û çîroka wendabûna kurê xwe ji me re dibêje.
4/18/202219 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Mehmûd Nêşite cigêrayîşê Rawestî yê ‘Xerîteya Ziwanî’ ser o qisey keno

Dezgeyê Cigêrayîşî yê Rawestî çar şaristananê Kurdan ( Riha, Mêrdîn, Diyarbekir û Wan) de derheqê waştişê perwerdeyîya Ziwanî de 5 hezar kesan de pêvînayîş kerd. Pêvînayîşan de derheqê Perwerdeyîya Ziwanê Kurdkî de waştişê Kurdan ame perskerdiş.
4/16/202227 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

Xelkê Fîskayayê: Em terka xaniyên xwe nakin

Şêniyên Fîskayayê ku di salên 90î de ji ber valakirina gundan ji warên xwe bûne, li vê herêmê bicih bûne.  Niha jî di bin navê guhertina bajêr de ji xaniyên taxa xwe tên derxistin.
4/14/20228 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Ne ‘’file’’ man ne jî taxa wan

Rojnameger Gonul Morkoç  ligel nivîskar Nûrî Sinir li ‘’Taxa Fileyan’’ a Sûrê podcasta xwe amade kiriye. behsa serpêhatiya Taxa Fileyan dike.  Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyon ê weke nûnerê Taxa Fileyan dihat naskirin beriya bi hefteyekê koça dawî kiribû.
4/13/20227 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

Eşêfçî: 27 sal e ez li nava bexçeyê xwe yên hevselê me

Li "Baxçeyên Hevselê" yê Diyarbekirê ye 8 hezar sal in bênavber çandinî û cotkarî tê kirin. Jina bi navê Emine Demîr  ev 27 sal e di nava bexçeyê xwe de eşêfçîtiyê dike. Ew bi keda xwe debara malê jî dike.
4/12/20229 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Maça Dalkurdê u rewşa Dalkurdê

Alî Fikrî Işık temaşayaî maça Dalkurdê kiriye û têbiniyên xwe yên li ser Dalkurdê ji guhdaran re aşkere dike.  Işik dibêje, Dalkurd ligel bergiriyê, hicûmê jî bike dê bibe şampiyon.
4/11/202214 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

Rencber Ezîz bi nameyo bîn Kor Ezîz yew deyîrbazêko Kird o

Rencber Ezîz bi nameyo bîn Kor Ezîz yew deyîrbazêko Kird o. Mîyanê Kurdan de yewêko namdar o. Bi lawikanê xo qalê dej, derd û eşqê welatî kerdo. Birayê ey Çewlîgî ra qalê cuyayîş û xoverodayîşê ey û xebata ey a muzîkî keno...
4/9/202219 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Rûpeleke reddiyeyê: Komeleya Pêşketina Jinên Kurd

Jinên kurd di her serdemê dengê xwe bilind kirine û bi xebatên xwe derketine pêş.  Di serdema osmanîyan de jinên kurd di sala 1919an de li Stenbolê Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ava kirine. Nûjîn Onen amade kiriye
4/8/202217 minutes, 17 seconds
Episode Artwork

Karîmpour: Jin bi serê xwe nikare bistirê

Hunermend Esrîn Karimpour, ji ber ku nikariye hunera xwe pêk bîne 4 sal berîya niha ji Rojhilat hatiye li Wanê bi cî bûye.  Xeyala Kerîmpour ew e ku bi dilrihetî rajêje setareya xwe û li têlên wê bide.
4/6/20227 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

Zerya Sêwregij - Estanika Pîre û Dîkî

Na estanik bi varyantê xo yê cîya-cîyayan bi zaf ziwanan est a. Her ziwanî goreyê taybetmendîyanê xo na estanik kerda malê xo û Estanika Pîrê û Dîkî Kirmanckî de zî cayê xo girewta.  Kerem bikerê!
4/4/20223 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Aplikasyona Qurana Kurdî

Grubeke dildarên kurdî ji bo Quran bi zimanê kurdî bê xwendin û fêrkirin, aplikasyonek çêkirine. Yên dixwazin bi kurdî Quranê fêr bibe û bi xwine dikarin vê aplîkasyonê daxilî telefonên xwe bikin.  Quranakurdî Ronî Bedirxan “Ev xebata me ji bo zimanê kurdî ye."
4/3/202214 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Tevna destan û xeyala siberojê - Pencemorên Jinan 1

Xeyala wê ew bû li ser piyên xwe be û siberojekê geş ji xwe û zarokên xwe re ava bike.  Ne 12 salên jiyana xeribiyê ne jî tûndûtujiya mêrê wê nekarî rêliber heviyên wê bigire Ew niha ew xwedî kargeha bi navê Zeyn e û çanteyên cermî hawirdeyî welatên derve dike.
4/1/202232 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Xweparastin ji Tundiyê- III

Heger mehra jinan ya fermî tune be dikarin nafaqayê bistînin? Zarok heta çend salî dikarin nafaqayê bistînin? Parêzer Aslı Pasinli û Hülya Gülbahar li ser mesela nefeqê diaxivin.
3/29/202225 minutes, 32 seconds
Episode Artwork

Tîma jinan a Amedsporê ne xwedî huner e

Alî Fikrî Işik @Kpolesar di temaşeyî maça tîma jinan a Amedsporê kiriye û tîmê dinirxînê. Işik dibêje; çi hunereke tîma jinan a Amedsporê nîne
3/26/202213 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Terorîzma Reş: DAIŞ II

DAIŞ çawa hat damezirandin? Kîjan rêxistinên cîhadî beşdarî nava DAIŞê bûne? Rojnameger Dilovan Çeto ji Qamişlo dosyeya DAIŞê bi rêzepodcastekê aşkere dike.
3/25/202213 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Newroz li Akrê (Şiyar Şerîf Berazî )

Podcaster Şiyar Şerîf Berazî beşdarî Newroza Akrê bûye  û çavdêrî û nerîta Newrozê li Akreyê beşdariya bi hezaran  xelkê kurd û geştiyaran li Newrozê şîrove dike.  Ji bo zanîna taybetiyên Newroza Akreyê guhdar bikin.
3/22/202210 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Jiyana jinekê li dû xeyala zaroktiyê (Gulistan Korban )

Niha 33 salî ye, dema ji girtîgehê derkeve wê 46 salî be. Emrê xwe yê şêrîn wê di nava 4 dîwaran de derbas bike. Gelo suçê vê cezayê çibû? Ka werîn guh bidin çîroka hunermendê kurd.. @rojhatdilsiz7 /  @das_yunis diaxivin.
3/22/202211 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

Xweparastin ji Tundiye II- Perîxan Kaya

Karên saziyê jinan baro û navêndên saziyên jinan çi ne?  Perîxan Kaya di vê xelekê de behsa  Kar û xebatên sazî û dezgehên jinan dike ji bo parastina jinan ji tûndiyê. Xeleka duyem a Xweparastin ji Tûndiyê Perixan Kaya amede kiriye.
3/18/202216 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Serdar Settar: Îran, Îsraîl û Amerîka yê ji êrîşan re dike hincet

Rojnameger Sardar Sattar derbarê êrîşa Îranê bo ser Hewlêrê dibêje, Îran yekser nikare şerê Îsraîl û Amerîkayê bike û wan dike bahane ji bo êrîşên xwe yên Herêma Kurdistanê.  M.Salih Bedirxan amade kiriye
3/15/202215 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Terorîzma Reş: DAIŞ- I

-Li Rojavayê Kurdistanê çend girtigehên DAIŞê hene? -Çend zarokên DAIŞê hene û aqûbeta zarokên DAIŞê çi ye? Rojnameger Dilovan Çeto dest bi rêzepodcasta “Terorîzma Reş: DAIŞê” kiriye.
3/15/20229 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Xweparastin ji tundiyê - 1

Tundiya li ser jinê, tundiya sîstematîk a li hemberî jinan li hundir û derveyî malê ji ber zayenda wan tê kirin. Li piştî vê tundiyê serdestiya mêr li hemû qadên civakê û newekheviya jin û mêr heye. Amede kirin Perixan Kaya
3/13/202213 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

Serpêhatiyeke jinekê di rêya xwendinê de (Beril Caymaz)

“Min bi keça xwe re di heman demê de dest bi zanîngehê kir,  bi neviyê xwe re jî mezûn bûm . Di serî de û di dawiyê de bîranîneke min a wisa xweş heye” Beril Caymaz amade kiriye.
3/12/20228 minutes
Episode Artwork

Çîroka jineke li du kelepora kurdî: Zeynep Yaş

“Stranên ku jinên kurd sitraye zêdetir di hişê civaka kurdî de weke klasîkên muzîka kurdî mane. Jinan reseniya civata kurdî bi giştî berhevkirine û strane.” Nûjîn Onen amade kiriye.
3/11/202232 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Nobeta edaletê yê Emîne Şenyaşar dewam dike

Di nava salekê da çi rûda? Doza malbatê gihiştiye çi qonaxê? Parêzer Hîdayet Emek û Emîne Şenyaşar ji Podcastkurdiyê re axivîne.
3/9/202212 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Zimané medyayé zimané baviksalar e

Jinên kurd îsal jî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di nava tundûtujiyê de pêşwazî kirin. Di nava salekî de 280 jin hatin kuştin. Baş e dema jinek rastî tundiyê tê û serî li dadgehê dide rastê helwesteke çawa tê? Medya bi çi awayî cih dide kuştina jinan? Bersiva van pirsan di vê podcestê de ye. Amade kirin Gonul Markoç
3/8/202212 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

“Dinya guleke, bêhnke, û bide hevalê xwe” (

Şiyar Şerîf Berazî bi dawîn prensesa Kurd û rêvebera rêxistina jinan Yekitiya Afretani Kurdistan Sînemxan Bedirxan re axivî. Sînemxan Bedirxan: Rewşen Bedirxan ji bo ku jinên Kurd xwe bi pêş bixin gelek xebitî
3/8/20227 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

95 jinên Dêrîkê fêrî ajotina bisiqlêtê kir (Gulistan Korban)

Bi minasabeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cihanê em ê ji Dêrika Mêrdînê çîroka jineke kurd ya serkeftinê bi we re parve bikin. Sevdat Bakî bi bisiqlêteke li Dêrîkê xelayê 95 jinan pêk aniye û wan fêrî ajotina bisiqletê kiriye. Bakî dibejê: “Ajotina bisqilêtê xeyalên zarokatîyê ya jinan bu. ME xeyalên wan pêkanîn.”
3/6/202227 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Çîroka mêşvaniya Xêceya karsaz

Xecêya karsaz piştî xwendina zanîngehê dest bi pîşeya bavê mêşvaniyê kiriye. Xecê niha bi karê mêşvaniyê debara malbata xwe dike. Xecê çîroka xwe û mêşvaniyê ji me re vegotiye. Rojnameger Gonul Gun amade kiriye.
3/6/202212 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Jineke serkeftî ya karsaz: Xeyal Erkan

Karsaza jin a Şirnexî Xeyal Erkanê kargeh û dikaneke qehweya kizwana li Gundikê Melî çêkiriye û Xeyal Erkanê serpêhatiya qehweya xwe ya bi navê Daristanê ji me re vedibêje.
3/4/202214 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Ali Fikri Işık: Şer milletan dirizîne

Nivîskar û rojnameger, Ali Fikri Işık div ê xeleka xwe de behsa êrîşa Rûsya bo ser Ûkraynayê kiriye.  Ali Fikri Işık dibêje: "Ez nabêjim ka kî mafdar e, ka kî ne mafdar e; şer ji binî ve nebaş e û xirab e weke kurdan ku bi salan me êşa şer dîtiye divê beriya hemûkesî em li dijî şer bin. "Şer milletan dirizîne"
3/1/202210 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

Partiya Însan û Azadiyê çima nayê avakirin?

Daxwaznameya Partiya Însan û Azadiyê ji sala 2018an nayê qebûlkirin Wezareta Navxwe dîlekçeya partiyê qebûl nake. Serokê Partiyê Mehmet Kamaç proseya rêgiriyên li pêş partiya xwe aşkere kiriye.
2/26/202218 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Xutbeya kurdî li meleyan qedexe ye!

Mele Enwer Emir Kulu ku ji ber xutbeya kurdî doz lê hatiye vekirin dibêje; Televizyona kurdî vekirine lê ji ber me ji cemaata xwe ya kurd re bi kurdî xutbe û waaz daye doz li me vekirin edaleta wan jî ev e.
2/25/202219 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Azad Altun: Ukraynî gazinan ji YEyê û NATOyê dikin (M.Salih Bedirxan)

Rojnameger Azad Altun dibêje, Ukraynî ji alîkariya NATO û YEyê kêfxweş in lê gazinên wan jî hene û dibêjin welatên Rojava weke pêwîst me naparêzin.
2/24/202221 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

Zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike (Gönül Morkoç)

Malbatên zarokên xwe bi şîwezarên kurmancî û zazakî mezin kirine dibêjin, zanîna kurdî rêliber fêrbûna zimanên din vedike û zarokên di akademî û perwerdeyê ne gelekî serkeftîne. Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye.
2/21/20229 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Hemwelatî di ber re nagihên fatureyên elektrîkê bidin (Mahsum Rençber)

Serokê @EMODIYARBAKIR Elî Can Çetînkaya dibêje, hewceye dewlet şîrketên elektrîkê dîsan têxe bin kontrola xwe û bi pereyekî guncaw elektrîkê bide hemwelatiyan.  Mahsum Rencber amade kiriye.
2/21/202215 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Hewlêr- Jiyanek li du berhevkariya keleporê

Kerîm Şêxanî ji zaroktiyê ve kelûpelên kurdî berhev dike û niha li bin Keleha Hewlêrê ji wan keleûpelan mûzexaneyeke niştimanî ava kiriye.  Şiyar Şerîf Berazî amade kiriye.
2/19/20228 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Aramgeha Şêx Seîd li ku ye? (Gönül Morkoç)

Beriya bi 97 salan dewletê Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekirê îdam kir. Heta niha hîn jî cihê qebra Şêx Seîd nayê zanîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahit Eren û neviyên Şêx Seîd daxwazin cihê qebra Şêx û hevalên wî werin aşkerekirin
2/18/20227 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Amedspor ‘bêxwedî’ ye!

Alî Fikrî Işik dibêje: ‘’Ne rêveberiya Amedsporê ne jî rahênerê Amedsporê problem çaresernekirin û Amedspor niha tûşî wendakirinê dibe. ‘’ Işik diqîre û dibêje: ‘’Ez weke alîgirekî Amedsporê vê rewşa Amedsporê qebûl nakim.’’
2/17/202212 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz: Îddîanameya malbata Dîrîl vala ye

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz dibêje, di îddianamê de ti tiştek nîn e. Em 2 sal in benda wê bûn lê mixabin vala derket.   Rojnameger Perihan Kaya amade kiriye.
2/15/202212 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

Diyarbekir- 4-5 hezar karker ji ber krîzê bêkar mane

Serokê Odeya Esnafên Diyarbekirê Alican Ebedinoğlu dibêje: "daneyên TUÎKê ne rast in û esnaf nikare li ser piyan bimîne. Me kredî û fonên pêwîst nestendin û roj bi roj esnaf dikanên xwe digirin.  Rojnameger Mahsum Rençber amade kiriye.
2/14/20227 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Çavê cihanê li Ukrayna ye

Hejarê Şamîl: Heger Rûsya êrîşî Ukrayna bike wê herî zêde Ukrayna zirarê bibîne. Rojnameger Hejarê Şamîl, rûdanên li ser sînorê Ukraynayê şîrove dike.
2/12/202213 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

Diyarbekir- Mûçeya kêmane roj bi roj dihile (Mahsum Rençber)

Mûçeya kemane  karmendan roj bi roj beramber bilindbûna enflasyonê dihile. Mahsum Rençber ligel karmenda bi mûçeya kemane kar dike Mercan Bayikê daketiya bazarê û lê guhdar kiriye bê ka mûçeya wê têra çi kiriye.
2/10/20229 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Siyasetmedar Aslan: Jiber xemsariyê DMMEyê dosyayên me red kiriye

Parlementerê berê yê HDPê Mehmet Ali Aslan dibeje,  ji ber xemsariya Komisyona Hiquqê ya HDPê dosyayên me li DMMEyê hatin red kirin. Ev yek nayê qebulkirin. Gulistan Korban amade kiriye.
2/9/202216 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Hesekê- DAIŞê çawa û çima serî hilda?

Di serîhildana DAIŞê de 4 sivîl, 47 pasevan û 40 şervan şehîd bûn. Lêkolîner Dr. Zara Salih proseya serîhildana DAIŞê ya li Rojava ji Podcaskurdiyê re şîrovekiriye.
2/3/202217 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Iraq- Gelo wê kabîneya Sedir qeyranan çareser bike?

Hewlên fraksiyonên Iraqê ji bo avakirina hikûmeta nû dewam dikin. Tevgera Sedir wê hikûmetê ava bike.  Gelo wê Tevgera Sedir ji qeyranên Iraqê re bibe derman?  Lêkolîner Ziryan Rojhilatî şîrove dike.
1/31/202221 minutes, 4 seconds
Episode Artwork

Alî Fikrî Işik: Divê rêvebirên Amedsporê vî halî tîma xwe qebûl nakin

Alî Fikrî Işik temaşeyî maça Amedspor û Kirşehir Bldsporê kiriye û dibêje, divê rêvebirên Amedsporê vî halî tîma xwe qebûl nakin û rabin ser piyan.
1/27/202213 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Piştî Sûra dîrokî niha jî xaniyên Ben û Senê tên xirabkirin

Şaredariyê biryara rûxandina 1.500 xaniyî daye û heta niha 500 xanî hilweşiyane. Wêlatiyên taxê ‘dibêjin heta ku me bi zorê dernexin em malên xwe vala nakin.’ Perixan Kaya amade kiriye.
1/25/202213 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Bakur- Rêjeya îxracatê sal bi sal zêde dibe ( Mahsum Rençber)

Li Bakurê Kurdistanê sal bi sal rêjeya îxracatê zêde dibe. Îsal jî herî zêde bajarê Dîlokê îxracat kiriye. Mahsum Rençber amade kiriye.
1/24/202214 minutes, 1 second
Episode Artwork

Dozger cezayê zindanê yê heta hetayî ji bo Rojhat Dogru dixwaze

Dîmenên rojnameger Rojhat Dogru yên di xwepêşandanên 6-7ê Cotmeha 2014an li Diyarbekirê tomarkiribûn ji aliyê gelek saziyên navdewletî yên medyayî ve hatibûn bikaranîn û Rojhat Dogru hêjayî xelatê hatibû dîtin.
1/22/20229 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

Malbata Dîrîl- Şîmonî hat kuştin, Hurmuz Dîrîl li ku ye?

2 sal bi ser wendakirina Şîmonî Dîrîl û Hurmiz Dîrîl derbas bûye. Cenazeyê Şîmonî piştî wendabûna bi 69 mirîtî hat dîtin.Lê, hîn jî Hurmuz Dîrîl bêserûşûn e. Parêzerê malbata Dîrîl Orhan Kemal Cengiz doza malbata Dîrîl ji podcastkurdiyê re şîrove dike.
1/20/202211 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

Seferberî ji bo kurdî ye

Kampanya aktivîst û dildarên kurdî ya ‘’kurdî hilbijêrin’’ ji aliyê xelkê bi germî hat pêşwazîkirin û bi hezaran kesî navên zarokên xwe ji bo dersên bijartî yên kurmancî û zazakî tomarkirine.  Rojnameger Gönül Morkoç  ê amade kiriye.
1/20/20227 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Zerya Sêwregij - Estanika Keyneka Dewij

Mintiqaya Sêwregi ra estanikêka ecêbe! Estanikan mîyan de biciwîyê.
1/18/202210 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Wan bûye goristana penaberan! (Gulistan Korban)

Her sal bi sedan penaberên îranî, efxan, bangladeşî û pakistanî ji ber serma xenîqîna di Gola Wanê û êrîşên heywanên kovî li sînorê dimirin.  Parêzer Jindar Uçar dibêje: Penaberî heq e û lêkirina dîware binpêkirina mafê penaberan e.
1/17/202210 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Amedspor û Dalkurd çima girîng in?

Divê kurd li Amedsporê xwedî derkevin ji bo xezîneya wê mezintir bikin. Amedspor çiqas bi serkeve wê mezintir bibe û em ê jî pê serbilind bibin.
1/15/202214 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Sûr- Serpêhatiya bajarekî wêran û xalî (Gönül Morkoç)

7 sal ji ser şerê nava bajarê dîrokî derbas bûne û ligor zanyariyên muxtarên taxên Sûrê, ji ber şer 20 hezar kes ji navçeyê derketine û ji wan 20 hezaran bi tene 5 hezar kes vegeriyane navçeyê.  Rojnameger Gönül Morkoç amade kiriye. 
1/13/202212 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

Perwerdeya Kurdî heq e!

Ça ku heya dibistan ava nebin,  dê mamosta jî tayîn nebin, eynî reng bo mamostayên kurdî tayîn bibin, divê dersên kurdî bên hilbijartin.  Dr. Kenan Subaşı dibêje; tenê dersa kurdî ya hilbijartî ne bes e, lê ew 2 saet ders jî wê gelek deriyên nû li ber kurdî veke.
1/10/202218 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

2 sal bi ser wendabûna Gulîstan Dokuyê derbas bû

Gulîstan Doku li kú ye?  Dayika Gulistan Doku ji Perîxan Kaya re axiviye û behsa hewlên dîtina saxî yan mirî yên keça xwe kiriye.  Bedriye Doku dibêje; delîlên kamerayên mobese û malan hemû hatine jêbirin.  Perîxan Kaya amade kiriye.
1/8/202214 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Girtiyên nexweş ne tên dermankirin ne jî tên azadkirin!

Li zindanan çend girtiyên nexweş hene? 14 baroyan bo azadbûna girtiyên nexweş çi gav avêtine? Wê ji bo binpêkirinên mafên girtiyan çi were kirin? Parêzer Gurkan Isteklî behsa girtiyên nexweş dike. 
1/7/202222 minutes
Episode Artwork

Metirsî li ser jiyana Aysel Tuglukê heye (Beroj)

Aysel Tugluk ji sala 2016an û vir ve li Girtîgeha Kocaeliyê ye hatiye zindanîkirin û ligor malbat û parêzerên wê metirsî li ser jiyana wê heye. Parlementer Meral Danış Beştaş û parêzer Weysi Eski behsa rewşa tendirustiya Aysel Tuglukê dikin.
1/4/202222 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

Gelo wê destê li pişt Onur Gencer kifş bibe? ( Gulistan Korban)

🎙Yekem runiştina doza Deniz Poyrazê îro ye. Parezerê dozê Turkan Aslan Ağaç dibêje, kujer Onur Gencee ne bi tenê ye û bang li baroyan kir ku xwedî li vê dozê derbikevin. 🎙Gulistan Korban amade kiriye.
12/29/20218 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Malbatên Robozikê: Jiyana me ti carî nebû wekî berê!

10 sal di ser Komkujiya Robozikê derbas bûye û heta niha ne kujer û biryarderê komkujiya 34 xort û zarokên Robozikê nediyar in û doza hiqûqî li salonên dadgehan wendaye. Gulistan Korban Rençber amade kiriye.
12/27/202115 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Mêr jinan dikujin û yasa jî mêran diparêzin

Li gorî raporên saziyên jinan bi tevahî li Tirkiyê di 11ê mehên sala 2021ê de mêran 372 jin kuştine û lu jakure Kurdistanê bi tevahî 73 jin hatine kuştin.  Parêzer Nesrin Bilge beha tûndiya jinan kiriye.  Perîxan Kaya amade kiriye.
12/24/202116 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

Alî Fikrî Işik, ji bînergehê temaşeyî maça Diyarbekirsporê kiriye

Işik, rexneyan li alîgirên Amedsporê digire.  “Divê em tezahuratên xwe bi zimanên xwe bilind bikin. Dema me ev yek kir wê demê wê maçên li Amedê ji rikeberên me re bibin dojeh.”
12/23/202113 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

“Merasîmê 3ine yê Xelata Kovara Vateyî” ( Ronya Bewran)

Vateyê ma est o!  Merasîmê 3ine yê Xelata Kovara Vateyî Dîyarbekir de ame viraştiş û beşê Hîkaye û Şîîran de xelatî ameyî dayîş.
12/20/20216 minutes, 57 seconds
Episode Artwork

DAIŞ ji boşahiya ewlehiyê îstîfade dike(Gonul Gun)

Lêkolîner û pisporê rêxistinên tûndrew Serbest Ferhan Sindî derbarê êrîşên DAIŞê yên dawî de dibêje, DAIŞ ji boşahiya ewlehiyê îstîfade dike û zû bi zû bi dawî nabe. Divê Hewlêr ji bo jinavbirina DAIŞê stratejiyeke nû bi cî bîke.  Rojnameger Gonul Gun amade kiriye.
12/16/202118 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Komkujiya Konyayê - Gulistan Korban

Hemû tohmetbarên komkujiya Konyayê ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Parêzerê doza malbatê Abdurrahman Karabulut dibêje kujer bi tena sere xwe ew kar nekiriye û ew komkujî encama planekê ye. Rojnameger Gulistan Korban amade kiriye
12/13/202112 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Şêrîna li ber dilan û kula li ser dilê neyaran: Kurdistan (Mahsum Rençber)

Siyasetmedar Bayram Bozyel û parêzer Hişyar Ozalp behsa sansor û desteserkirina hemwelatiyan ji ber bilêvkirina navê Kurdistanê dikin.  Mahsum Rençber amade kiriye.
12/12/202120 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Mertalê dewletê li ber tecawizker Musa Orhan e

Dadgeha Sertê derbarê Musa Orhanî de bi tawanê destdirêjiyê 10 sal ceza da lê birî û biryar da, bi şertê qedexeya derneketina derve serbest bimîne. Rojnameger Perîxan Kaya ligel parêzerên doza Îpek Erê axiviye û podcastek amade kiriye.
12/11/202121 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Dalkurd bûye şampîyon, lêbelê Amedspor dikare bibe şampiyon? (Alî Fîkrî Işik- Bînergeh)

Alî Fikrî Işik, behsa wê proseya şampîyonetiya Dalkurdê û rêgiriyên li pêş Amedsporê dike.
12/8/202114 minutes
Episode Artwork

Erzingansporê 5 gol avêtine Amedsporê! (Bînergeh - Alî Fikrî Işik)

Amedspor hema hema di her maçê de golan dixwe, Alî Fikrî Işik vê rewşa Amedsporê şîrove kiriye. Alî Fikrî Işik dibêje, tîma Amedspor nikare bergiriyê bike. Işik bi şkereyî rawe dike:’’Di nava tîmên Kurdistanê de ne ekolek heye ne jî,  feraset û nerîteke futbolê.’’
11/30/202114 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Dewlet nahêle “kujerên” Tahir Elçî aşkere bibe

Li ser qetilkirina Elçî 6 sal derbas bû jî hej kujerên Elçî nehatine eşkerekirin û ceza li t kesekî jî nehatiye birîn. 🎙Rojnameger, Gulistan Korban Rençber li ser doza Elçî bi Mehmet Emin Aktar re axiviye.
11/28/202113 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Tawan û tûndiya li dijî jinan berdewam e! - Perîxan Kaya

Tawanên weke destdirêjî, lêdan, îşkence û kuştina jinan bi destê mêran berdewam dike.  Li gorî raporên saziyên jinan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava 10ê mehên sala 2021ê herî kêm 280 jin hatine kuştin.   Me di vê podcastê de behsa tûndiya li ser jinan kiriye.
11/24/202110 minutes, 16 seconds
Episode Artwork

Mirina ''rindan'' û çîroka kalekî (Ayşegul Avesta)

Xwendekara ciwan Ayşegul Avesta di vê xeleka podcastê de romana Mirina Kalekî Rind a Mehmed Uzunî şîrove kiriye.
11/21/20218 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Parîsî Ser o Hingê Beckettî Firenê - RONYA BEWRAN- HENARÊRI

 Beno ke efsaneyêk bo, beno ke zûrî bê labelê, hingê Samuel Beckettî estibê û asmênê Parîsî ser o hingê Beckettî bifirê ma şaş nêmanenê.
11/19/20218 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Aboriya Tirkiyê li ber rûxanê ye - Mahsum Rençber

Nirxê dolarekî Amerîkayê 10 lireyê Tirkiyê derbas kiriye.  Bi bilindbûna dolarî re nirxên kelûpelên xwarin û vexwarinê jî bilind dibe. Ev rewş tesîrê li xelkê bajarên kurdan dike, lewre meaşên karmendan hêj nagihiştine malên xwe li mesrefan diçe û namîne.
11/17/202117 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Rêxistinên rojnamegeran: Hevkarên me yên jin ji yên mêr bêhtir rûberûyî êrîşan dibin (Perîxan Kaya )

Sendîka û rêxistinên rojnamegeran, behsa êrîş û dozên li ser rojnamegerên jin dikin û dibêjin; rojnamegerên jin ji yên mêr bêhtir rûberûyî êrîşan dibin. Rojnameger Perîxan Kaya derbarê rewş rojnamegerên jin li Tirkiyê û Bakur podcastek amade kiriye.
11/15/202114 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

Kêmûkurtiyên Amedspor, Vanspor, Batman Petrolspor, Diyabakırsporê ( Alî Fîkrî Işik- Bînergeh)

Alî Fîkrî Işik, di vê xeleka Bînergehê de behsa tîmên futbolê yên Bakurê Kurdistanê dike û hin reneyan li wan tîman dike. Işik, kêmûkurtiyên Amedspor, Vanspor, Batman Petrolspor, Diyabakırsporê bo guhdarên xwe destnîşan dike.
11/13/202113 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Şa’irê sirûda neteweyî: Dildar

Guhdarên hêja! Beriya bi 73 salan weke îro şa’irê sirûda neteweyî “Ey Reqîb”Yûnis Reûf (Dildar) koça dawî kiriye. Lêkolîner Ehmed Beroji derbarê jiyan û serpêhatiya Ey Reqîbê podcastek amade kiriye kerem bikin.
11/11/20218 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Diyarbekir- Dewlet ji malbata ku 5 endamên wê bi zirxpoşê hatine kuştin 250 dixwaze - Gulistan Korban

Beriya 4 salan zirxpoşekê li Diyarbekirê li otomobîleke sivîl qelibî û di encamê de 5 kes mirin. Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi hinceta zirxpoşê zirar dîtiye dîtiye û ajokar Fîkrî Demîrbaş jî sûcdar e, ji malbata Demîrbaş 250 hezar Euro pere dixwaze.
11/2/202112 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Hîkaye! Rewşa hîkayenuştoxîya kurdkî Bakur de senîn a? - W.HANYILDIZ

Mabênê serranê 2000-2020an de hîkayenuştoxîya kurdkî Bakur de çi rewşe de bîya? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê
10/25/202117 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

Hîkaye! Gelo a çi ya? - W.HANYILDIZ

Gelo hîkaye çi ya û tewranê edebîyanê bînan ra senî cîya bena? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê!
10/20/202110 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Mahsun Rençber: Li ber siya Koronayê perwerdeay rû bi rû

Li Bakurê Kurdistanê piştî 2 salan careke din perwerdeya rû bi rû dest pê kiriye. Ligel kêmasî û metirsiya Koronayê li Diyarberkirê bi bahaneya nûjenkirinê 24 dibistan hatine girtin xwendekarên van dibistanan jî bo dibistanên din hatine veguhastin.
10/7/202115 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Hêlên baş û nebaş û kêmasiyên tîmên futbolê yên kurdan (Bînergeh- Alî Fikrî Işik)

Ali Fikrî Işik, temaşeyî maçên Amedspor, Urfaspor, Adiyamanspor, Vanspor, Diyarbekirsporê kiriye û behsa çawaniya wan tîman dike. Işik di vê podcastê de behsa hêlên baş û nebaş û kêmasiyên tîmên futbolê yên kurdan dike
10/4/202112 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Gulîstan Korban / Xwendekar li ber dîwaran mane

🎙️Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nava saleke de biha û kîraya xaniyan gelekî zêde bûye û vê rewşê tesîreke zêde li xwendekaran kiriye. 🎙️Bi hezaran xwendekarên di xabgehan de bi cî nebûne li ber dîwaran mane.
10/3/202113 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Ronya Bewran - Kaya "Rojê Zerrîweşî" ya Samuel Beckettî

"Beckett bi eseranê xo cuye ra hesab perseno!" Nê podcastê xo de Ronyaye behsê kaya "Rojê Zerrîweşî" ya Samuel Beckettî kerdo.
9/24/202113 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

ÇÎROKÊN NEJIBÎRKIRINÊ - Serpêhatiyên Kitêbxanevan Navdewletî Amed Demîrhan

Di vê xelekê de akademîsyen û kitêbxanevanê xwediyê çend xelatên navdewletî Amed Demirhan di warê kitêbxaneyan de behsa çîroka serkeftin û serpêhatiyên xwe dike.
9/21/202126 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Ayşegul Avesta- Çend kelam derbarê Tirsa Stefan Zweigî

Xwendekar Ayşegul Avestayê çîroka Tirs a Stefan Zweigî û karekterên wê div ê podcastê de şîrove kiriye. Kerem bikin guh bidin vê podcasta xwendekara jîr û jêhatî ya derbarê edebiyatê de.
9/19/20219 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Sûrê Sêwregij - Îsotê Sêwrege

Îsoto tûn ê Sêwrege senî virazîyeno, cefayê ci çi yo, bêrê ma podcastê xo ra goşdarî bikerê.
9/17/20215 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

W.HANYILDIZ - HEQÎBE- Ferheng! Zanîstê Ferhengî zî estê? -2

Ferhengî senî virazîyenê û erjîyenê? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê!
9/8/202117 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

W.HANYILDIZ - HEQÎBE- Ferheng! Gelo o çî yo? -1

Gelo ferhengî key û senî virazîyayî? Ma nê podcastê xo de çend ke destê ma ra ame kewtî nê persî dime. Kerem bikerê!
9/2/202120 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Derhekî asteng u pirsgirêkên futbola Kurdan(Bînergeh- Alî Fikrî Işik)

Alî Fikrî Işik, di vê xeleka Bînergehê de hinek rexneyan li futbola Kurdistanê dike û behsa rewşa Amedspor dike. Işik dibeje, "Îsal ez ji Amedsporê bûhevî me" Kerem bikin… Guhdar bikin.
8/21/202112 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Ronya Bewran - Derdê ma yo pîl: Zayenda Komelkî

Zayenda komelkî de dîskur zaf muhîm o. Dîskur awan keno. Tesîrê medyayî xurt o. Çîyê ke ma temaşeyê ci kenê bêguna nîyê. Xêzefîlmêk tena xêzefîlmêk nîyo.
7/30/20216 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Sûrê Sêwregij- Kergeyê Engûre

Kergeyê engûre senî virazîyeno podcastê ma ra goşdarî bikerê.  "Qelayê speyî yê herre nêbê kerge nêbeno"
7/29/20217 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Di EUROCAMP 2020ê de çi bû? (Bînergeh- Alî Fikrî Işik)

Lîstîkvanên derketin pêş, raza serkeftina Îtalyayê, sedema wendakirina tîma Tirkiyê… Podcasta Elî Fikri Işık derbarê EUROCAMP 2020ê Kerem bikin… Guhdar bikin.
7/29/202113 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

Zerya Sêwregij - Estanika Lotoyê Xîntî

Mintiqaya Sêwregi ra estanikêk:    "Lotoyo Xînt axayî ra baqil vejîya"
7/26/202119 minutes, 46 seconds
Episode Artwork

Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya- DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA

 Dema biryara Recep Tayyip Erdogan ya vekişîna ji Peymana Stenbolê bi dawî bû û Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Rojnameger Perîxan Kaya derbarê Peymana Stenbolê û tesîra wê li ser doza azadî û wekheviyê ya jinan podcastek amade kiriye. Kerem bikin.
7/1/202120 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Yariyên EURO 2020 û rewşa tîman (Bînergeh- Alî Fikrî Işik)

Alî Fikrî Işik di vê xeleka Bînergehê de behsa tîmên UEFA EURO 2020 ê û rûdanên di yariyên UEFA EURO 2020ê kiriye.
6/30/202112 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Rewşa Amedspor û DalKurdê (Alî Fikrî Işik - Bînergeh)

Alî Fikrî Işik di vê xelekê de behsa tîmên neteweyî yên kurdan Amedspor û DalKurdê  kiriye
6/20/202111 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 11.06.2021

🎙️Antonio Guteres: Em ji kuştina kurdan ji aliyê Îranê nîgeran in 🎙️Li Pişderê 4 masîgir hatin girtin 🎙️Romana ''Li Bin Sîwana Xweziyan'' çap bû
6/11/20214 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (09.06.2021)

Li Şingalê gorên 11 hemwelatiyên êzdî hatin vedan Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 hemwelatiyên kurd revandin Li Kirmaşanê 3 karkeran agir berdan xwe
6/9/20215 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 07.06.2021

🎙️Di navbera Kifrî û Xaneqînê goreke bi kom hat dîtin 🎙️Li Diyarbekirê mitînga zimanê Kurdî hat astengkirin 🎙️Ji bo girtina HDPê careke din doz hat vekirin
6/7/20215 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

Erdnîgariya Kurdistanê: Emrekî li du xeyalekê- MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR -

Gelo çi ye ya ku xakekê dike war, welat an jî niştîman? Erdnîgariya Kurdistanê û sînorên wê digihên ku der e? Dema em dibên bakur qesta me çi ye? Taybetmendiyên erdnîgariya Kurdistanê çi ne?  Onen: “Em rewşenbîrên Kurd wekî helwesteke dijkolonyal nasnameya ku serdest li me ferz dikin red dikin û dîrok û erdnîgariya xwe jî ji nû ve dinivîsin.” Mevlüt Oğuz di beşa nû ya Derkenarê de bi Abdurrahman Onen re li ser Erdnîgariya Kurdistanê û taybetmendiyên wê axiviye.
6/4/202119 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (04.06.2021)

Li Merîwanê 4 çiyager di qezaeyeke trafîkê de mirin Li Duhokê agir bi kampa Şariya ket Di 5 mehan de 112 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kuştin
6/4/20215 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 03.06.2021

🎙️Li Sêwasê bûyera trafîkê: 9 kes mirin 🎙️Li Bokanê girtiyek di zindanê de mir 🎙️Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 5 kes mirin
6/3/20215 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Şa’irê eşq û azadiyê Hêminê Mukriyanî

Guhdarên hêja, Mehmet Salih Bedirxan di vê xelekê de berê xwe daye ferhenga şa’irê Komara Kurdistanê Hêminê Mukriyanî û behsa jiyan, berhem û jînenîgariya Hêminê Mukriyanî kiriye.
6/3/202115 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (02.06.2021)

Li Xurmatûyê 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin Li Bedlîsê şer di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de derket Tora Ziman û Çanda Kurdî wê mitîngan li dar bixe Li Minbicê 4 kes hatin kuştin
6/2/20215 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 01.06.2021

🎙️Iraqê û Herêma Kurdistanê li hember birîna daristanan bertek nîşanî Tirkiyê dan 🎙️Şaxa Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li Kerkûkê hat girtin 🎙️Çekdarên ser bi Tirkiyê 7 hemwelatiyên kurd revandin
6/1/20214 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (31.05.2021)

Artêşa Tirkiye daristanên Herêma Kurdistanê dibire Çekdaran li Efrînê 2 kesên din bi îşkenceyê kuştin 5 dibistanên kurdî li Kerkûkê hatin girtin
5/31/20214 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

Mehmûd Beyto- Rêbaza auterîurêyê û derhênerên auteur ên kurd (DENGÊ ROJNAMEGERAN)

Edîtorê Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto li gel lêkolînerê sînemayê Sebahattîn Şenî xeleka duyan pêk anî ku mijar Rêbaza Auteurê ye.
5/30/202119 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 28.05.2021

ÎRO ÇI BÛ? 🎙️Kitêba 'Bo Dîrokê' ya Serok Barzanî bi kurmancî çap bû 🎙️Derbarê Demirtaş de biryareke nû hat dayîn 🎙️Baroyên Bakurê Kurdistanê banga lêpirsîna îdiayên Sedat Peker dikin 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê krîza avê berdewam dike
5/28/20214 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (26.05.2021)

Leşkeran girtiyê nexweş ê 83 salî kelepçekirî birin nexweşxaneyê Baroya Rihayê giliyê Soylû û 5 kesên din kir Jineke Dêrsimî li Hollendayê bû wezîr Li Kerkûkê xelk daketine xwepêşandanê
5/26/20214 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 25.05.2021

🎙️Kitêba Birêweriyên Min a Mûsa Anter bi soranî çap bû 🎙️Li Kanî Masî ji ber bombebarana Tirkiyê ciwanek birîndar bû 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê 145 kesên din bi Koronayê ketine
5/25/20213 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (24.05.2021)

Baroyên Diyarbekir û Îzmîrê piştî vîdyoyên Peker daxwaza lêpirsînê kirin Li Bakur û Tirkiyê 49 siyasetmedar hatine binçavkirin Odeya Operasyonên Hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Mexmûrê hat avakirin Penaber Behzad Mehmûdî koça dawî kir.
5/24/20215 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Esra Selmanij: Kultur û werdî - DENGÊ ROJNAMEGERAN

Kulturê werî mîyanê hezar seran de yeno viraştişî. Wer, tenê pîze mirdkerdiş nîyo. No kultur derheqê nasnameyê miletan de malûmatan dano. No podcastî de ma derheqê kulturê werê kurdan de qisey kenê...
5/23/202113 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

Rewşa Dalkurdê çi ye?(Bînergeh - Alî Fikrî Işik)

Rewşa Dalkurdê çi ye? Cihê wê di lîga xwe de çi ye? Alî Fikrî Işik bo bengiyên Dalkurdê behsa tîma @Dalkurdê kiriye. Kerem bikin.
5/22/202111 minutes, 40 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 21.05.2021

🎙️Nûnertiya HDPê li Hewlêrê bang li Serok Barzanî kir 🎙️Li Rojhilat di navbera Pêşmerge pasdaran de şer ket 🎙️HPGê berpirsyariya êrişên li Êlih û Şirnexê li xwe girt
5/21/20215 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (20.05.2021)

Li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê 2 genc hatin birîndarkirin Emîne Şenyaşar û kurê xwe disa hatin desteserkirin Xelkê Rojhilat li Hewlêrê xwepêşandanek sazkirin
5/20/20215 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 19.05.2021

🎙️Li Hewlêrê konferansek bi navê Yekrêzî û Destûrê birêveçû 🎙️Rêveberiya Xweser biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê hilweşand 🎙️Yekîtiya Ewropa 26 milyon Euro dide Rojavayê Kurdistanê 🎙️Li Bakur 25 kes hatin binçavkirin
5/19/20215 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 18.05.2021

🎙️Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylu li ser kursiya dadgeran runiştine 🎙️Penaberekî Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê xwe şewitand 🎙️Li Rojavayê xelk derketin xwepêşandanê 🎙️Mezlûm Ebdî: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê dimînin
5/18/20215 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (17.05.2021)

Şandeke Bilind a Amerîkayê serdana Rojava kiriye Baroya Diyarbekirê: Malbata Hewlêrî ji ber ku kurd bûye rastî êrişê hatiye Li Urmiyê kolberek hat kuştin
5/17/20215 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

Serokatiya Cevher Erdem a li Adiyaman 1954an kiriye(Bînergeh)

Jinek bûye seroka tîma Adiyaman 1954 Şîrovekarê futbolê Alî Fikrî Işik di Bînergehê de behsa serokatiya Cevher Erdem a li Adiyaman 1954an kiriye.
5/17/202112 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?

ÎRO ÇI BÛ? 🎙️NYê kiryarên DAIŞê yên li dijî êzdiyan weke jenosayd binav kir 🎙️Li Zaxoyê 10 gund ji ber êrîşên Tirkiyê vala bûne 🎙️Li Idlibê serbazekî Tirkiyê hat kuştin 🎙️Kolberekî kurd ji tirsa pasdaran di nav rûbar de xeniqî
5/11/20215 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (10.05.2021)

Qeyûmê Amedê peykerên sosret li bajêr danîne Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek mir û kolberek jî birîndar bû Li Dêrsimê ciwanek di bombebarana firokeyên Tirkiyê de hat kuştin Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
5/10/20215 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR - Rewşa weşangeriyê li bakur: 117 kitêb hatine qedexekirin

Weşangerên kurd rastî çi astengî û zehmetiyan tên? Wezareta Çandê li hemberî weşanxaneyên kurd, xwedî helwêsteke çawa ye? Weşangerên kurd berhemên xwe çawa belav dikin? Rewşa Awarte û pandemiyê bandoreke çawa li weşangeran kir? Binpêkirinên di vî warî de pêk tên çi ne?  Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi lêkolîner Reha Ruhavîoglu, di çarçoveya ‘Rapora Şopandina Rewşa Weşangeriya Çandî ya Kurdî: Du gavan bi pêş ve, gavekê bi paş ve’ li ser rewşa weşangeriyê û binpêkirina mafan axiviye. Ruhavioglu dibêje, rewşa weşanxaneyan bi guhertina polîtîkayan re guheriye. Zêdetirî 100 kitêbî piştî bidawîkirina ‘pêvajoya çareseriyê’ hatine qedexekirin: “Ji 2009an û vir ve 12 jê bi kurdî, herî kêm 117 kitêb hatine qedexekirin. Ji van 117 kitêban 102 kitêb yên Aramê û 15 jî yên Avestayê ne.”
5/8/202133 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 07.05.2021

🎙️Berhem Salih: Me nerazîbûna xwe gihand aliyê Tirkiyê 🎙️Senatora Amerîkî derbarê Rojava de bang li Biden kir 🎙️Gundek li Duhokê ji ber operasyona Tirkiyê hat valakirin
5/7/20212 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

Gobeklîtepe Destê Ustayan ra Vejîyayo! RONYA BEWRAN- HENARÊRI

Kurdîstan de sey Gobeklîtepe bol cayî estê, labelê kultur û huner o ke Gobeklîtepe de yo, zaf berz o. Gobeklîtepe Destê Ustayan ra Vejîyayo! Beşo dîyin ê podcastê ma yo, kerem bikerê!
5/7/202114 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 06.05.2021

🎙️Di mehekê de 8 jê zarok 129 kesan xwe kuşt 🎙️Qedexeya çûnûhatinê ya li Rojavayê Kurdistanê hat dirêjkirin 🎙️Li Herêma Kurdistanê 592  kesên din bi Koronayê ketin 🎙️Sûriye: Ava Çemê Firatê kêm bûye
5/6/20213 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

NUŞTOXÊ ÇIMEYÊ TEWR VERÊN Ê KİRMANCKÎ (ZAZAKÎ) - II (W. HANYILDIZ- HEQÎBE)

Na xebate, tesbîtkerdiş û dayîşşinasnayîşê nuştox û nuşteyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê tewr kehenan ra behs kena ke nê metnê kehenî mabênê serranê 1798î û 1903yî de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Seba beşê dîynî kerem bikerê.
5/6/202111 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? 05.05.2021

🎙️Li Efrinê ji ber teqînekê 5 zarok birîndar bûn 🎙️Li Bane kolberekî Kurd di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bû 🎙️Hejmarek malbatên çekdarên DAIŞê ji Rojavayê  Kurdistanê ve ji bo Nînowa hatin wegerandin
5/5/20212 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (04.05.2020)

ÎRO ÇI BÛ?  🎙️Îro salvegera Komkujiya Dêrsimê ye 🎙️Li Çewligê çawişê pispor hat desteserkirin 🎙️Baroyen Bakurê Kurdistanê ji bo betalkirina giştînameya polîsan serî li Şûraya Dewletê dan
5/4/20212 minutes, 47 seconds
Episode Artwork

Underground Sînema- FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ-

🎙️Fatoş Yildiz behsa sînemaya undergroundê û qala derhêner Andy Warhol kir. 📽️ Andy Warhol yek ji wan derhêneran e ku li hemberî Hollywoodê karên xwe kirine.
5/4/20218 minutes, 12 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (03.05.2021)

-Li Mêrdînê 9 şûnwar li lîsta UNESCOyê hatin zêdekirin -Baroya Diyarbekirê li dijî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doz vekir -Pênc partiyên Bakurê Kurdistanê: Em ji êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk ra dibêjin na
5/3/20212 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (29.04.2021)

Li Tirkiye û Bakur qedexeye derketina derve dest pê kir Cezayê Selahattîn Demîrtaş hat pesendkirin Ciwanê Kurd li Qeyseriyê bi kêran hat kuştin
4/29/20212 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (28.04.2021)

Li Kurdistanê Ji bo Cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tê ragihandin Li Rojavayê Kurdistanê 111 kesên din bi Koronayê ketin  Sibe li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qedexeya giştî destpê dike
4/28/20212 minutes, 44 seconds
Episode Artwork

“Gobeklîtepe Destê Ustayan ra Vejîyayo!” (RONYA BEWRAN- HENARÊRI)

Nameyê nê warê 11 hezar serrin çira Gobeklîtepe yo? Arkeolog Klaus Schmidtî çira emrê xo da Gobeklîtepeyi?...  Ma bi Arkeolog Ozlem Ekînbaş Can a beşo yewin ê podcastê xo de nê persan ser o qisey kerd.  Kerem bikerê!
4/27/202113 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (27.04.2021)

ÎRO ÇI BÛ? 🎙️Li ser 'Komkujiya Ermeniyan' lêpirsînname ji bo Baroya Diyarbekirê amade kirine 🎙️Wezîrê Derve yê Îranê Hewlêrê ye 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
4/27/20212 minutes, 50 seconds
Episode Artwork

NUŞTOXÊ ÇIMEYÊ TEWR VERÊN Ê KİRMANCKÎ (ZAZAKÎ) - I (W. HANYILDIZ- HEQÎBE)

Na xebate, tesbîtkerdiş û dayîşşinasnayîşê nuştox û nuşteyanê kirmanckîyan (zazakîyan) yê tewr kehenan ra behs kena ke nê metnê kehenî mabênê serranê 1798î û 1903yî de nusîyayê yan zî weşanîyayê. Seba beşê yewinî kerem bikerê.
4/26/202114 minutes, 1 second
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (26.04.2021)

- Doza bûyerên Kobaniyê li Enqerê destpê kir - Li Tirkiyê  û Bakurê Kurdistanê bo dema 19 rojan qedexeya seranserî hat ragihandin - Li Herêma Kurdistanê 1109 kesên din bi koronayê katin
4/26/20213 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

ALİ FİKRİ IŞIK- Ev li xwe mikurhatin e

 Alî Fikrî Işik di vê podcastê çend pirsan ji xwe dike û li xwe mikur tê bê çima wî dev ji rexnegeriya edebî berdaye û çima bala wî hertim li ser futbolê ye û dema li ser futbolê kar dike û ew çi hîs dike.
4/25/202112 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

Kurdish Global Film Festivalê kelecaneke bi sînemahezan re çêkir - FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ

12emîn festîvala Kurdî ya Londonê di 16 nîsanê de di bin navê Kurdistana Min destpê kir. Festîvala Londonê îsal cîyawazîyek kir û bi deh festîvalên kurdî re ket reyekê û festîvalek global li dar xist.  @fatossterk bi lijneya festivalê derhener Berî Shalmashî û directora festivala Londonê Ferhan Sterk re di derbara festivale de axivî.
4/24/202136 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (23.04.2021)

Dadgeha Mûsilê biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî da Li Qamişlo agirbest hat ragihandin Amerîkayê piştevniya xwe ji bo HSDê anî ziman Li Deryaspî 100 koçber xeniqîn
4/23/20215 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (22.04.2021)

🎙️Li Qamişlo zarokek bi guleya milîsan canê xwe ji dest da 🎙️Li Merîwanê şer: 2 endamên Supaya Pasdaran hatin kuştin 🎙️Di salekê de 11 rojnamegerên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin
4/22/20214 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (21.04.2021)

Li Qamişlo şerê hêzên kurdî û milîsên rejimê berdewam dike Ji şer li Rihayê şer 3 kes mirin Li Kirmaşanê rêjeya berketina zarokan bi Koronayê zêde bûye Parlamentoya Kurdistanê 22ê Nîsanê weke roja rojnamegeriya kurdî nas kir
4/21/20214 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (20.04.2021)

🎙️Mezlûm Ebdî ligel Wezîrê Berevaniya Swêdê civiya 🎙️Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
4/20/20214 minutes, 24 seconds
Episode Artwork

Kokê Ziwanî - II - W. HANYILDIZ- HEQÎBE

Kokê ziwanî yanî ziwan key û senî dest bi qiseykerdiş bîyo, babetêka balkêş a. Însanî wextanê zaf verênan ra qisey kenê, meseleyêk ra behs kenê û yan zî zûran kenê. Gelo no qabîlîyêt senî îzeh beno, seba beşê dîyinî kerem bikerê.
4/19/202114 minutes, 15 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (19.04.2021)

Nêçîrvan Barzanî derbarê Kerkûkê nameyek ji NY re şand Kela Kerkûkê li lîsta UNESCOyê hat zêdekirin Li Rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
4/19/20214 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

Sebahattîn Şen: Di proseya şerî de sînemaya kurdî lawaz dibe - DENGE ROJNAMEGERAN

Edîtorê Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto ligel Sebahattîn Şen çend mijarên taybet ên sînemaya kurdî weke dîrok, polîtîkbûn, paşxane, pênase, dîaspora û pêşeroja sînemaya kurdî  di 2 xelekan gotûbêjkirine. Ev xeleka yekem e.
4/18/202123 minutes, 39 seconds
Episode Artwork

Kokê Ziwanî – I - W.HANYILDIZ- HEQÎBE

Kokê ziwanî yanî ziwan key û senî dest bi qiseykerdiş bîyo, babetêka balkêş a. Însanî wextanê zaf verênan ra qisey kenê, meseleyêk ra behs kenê û yan zî zûran kenê. Gelo no qabîlîyêt senî îzeh beno, seba beşê yewînî kerem bikerê.
4/17/202114 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (16.04.2021)

🎙️Kronîka bi navê Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Hevnar çap bû 🎙️Li Rihayê 4 kesan xwe kuşt 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê 220 kesên din bi vîrusa koronayê ketine
4/16/20214 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (15.04.2021)

🎙️Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirine 🎙️Li Ormiyê 21 kesên din bi Koronayê mirin 🎙️Hevseroka HDP'ê ya Diyarbekire girtin 🎙️Rakan Cibûrî û hejmarek ji berpirsên Kerkûkê tên dadgehkirin
4/15/20214 minutes, 17 seconds
Episode Artwork

Surya Human-Gulçîn Adare - Nêweşîyêka Hemdeme "Populîzm" (DENGE ROJNAMEGERAN)

Populîzm, hetêke ra dîktatorîyêka faşîşt a û hetêke ra zî demokrasîya rasteqîn a. Nê herdi ferasetî, di sereyê hemberê yewbînan ê. Her yew maxdurîyetê şarî xo rê sey yew hacetêk şuxulneno û xo rê warêk virazeno û nê warî de kîtleyan xo dima kaş keno.
4/15/202110 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (14.04.2021)

Çekdaran li Efrînê 2 jin û zarokek girtin Li Herêma Kurdistanê 17 kesan bi Koronayê mirine Li Rojavayê Kurdistanê 5 kes bi Koronayê mirine 33 sal bi ser komkujiya Enfalê de derbas bû
4/14/20214 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

Banga edaletê ya Emîne Şenyaşar(Dengê Rojnamegeran- Perihan Kaya)

Aqûbeta doza Malbata Şenyaşar bû çi? Bûyeran li Sirûcê çawa dest pê kir?  Gelo faîlên dozê ji aliye hikûmetê ve tên parastin? Emine Şenyaşar serpêhatiya doza kuştina mêr û 2 zarokên xwe ji Podastkurdiyê re aşkere kir. Rojnameger Perîxan Kayayê ev podcast amade kiriye. (Müzik: 125 Inspiring Motivate Cinematic Sad Story Sanatçı: Tymur Khakimov Lisans: HAAWK Publishing https://audiojungle.net/item/inspiring-motivate-cinematic-sad-story/26316066?ref)
4/14/202120 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (13.04.2021)

Gola Wanê di pêşbirka NASAyê de bû yekem Li Herêma Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê mirine Îranê girtiyekî din ê kurd îdam kir Hevjîna Îsmaîl Beşikci, Leman Beşikci koça dawiyê kir
4/13/20214 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (12.04.2021)

Asayişa Rojava grûpeke qaçaxçiyên madeyên hişbir desteser kir ‏Amerîkayê, debarê Ukraynayê de hişyarî da Rûsyayê ‏Rûsya û hikûmeta Sûriyê hêzên xwe li Rojava zêde dikin ‏Li Rojhilatê Kurdistanê 32 kes bi Koronayê mirin
4/12/20214 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (09.04.2021)

ÎRO ÇI BÛ? 🎙️Malbatên Roboskî carek din serî li AYM’ê dan 🎙️Wezareta Peşmerge: Ji ber Koronayê tevahiya xebatên perwerdekirinê hatin sekinandin 🎙️Li Xarpêtê zilamekê jinek qetil kir
4/9/20212 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (08.04.2021)

Malbatên Roboskiyê car din serî li Dadgeha Destûrê didin Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî civiya Qeyûmê Farqînê tabeleya bi kurdî rakir û li cihê wê ya tirkî danî Urmiye-  2 girtî bo cîbicîkirina cezaya îdamê ji bo odeya yek kesî hatine veguhastin
4/8/20215 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

Divê rahênerê Amedsporê xwemalî be(Bînergeh - Alî Fikrî Işik)

“Çima rahênerên kurd ê baş tunene? Divê tîmên futbolê yê kurdan ligel futbolîstên kurd ê berê re kar bike û futbolîstên kurd jî xwe pêş ve bibin û rahêneriyê ji xwe re bikin pîşe.”
4/8/202113 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (07.04.2021)

Cezayê 2 sal û meheke zindanê li keşeyekî sûryanî hat birîn Li Rojhilatê Kurdistanê çarenivîsa 5 welatiyên kurd nediyar e Hevşaredara Qersê Alaca hat berdan Li Batmanê 49 koçber hatin girtin
4/7/20214 minutes, 43 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (06.04.2021)

Karvedanên li ser axavtina dijî Kurdî ya mamosteya Tirk berdewam in Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê mirine Li Kampa Holê 6 endamên din ên DAIŞê hatin girtin Heta niha zêdetir ji 3 mîlyon kes bi Koronayê mirine
4/6/20215 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (05.04.2021)

Diyarbekir- Di operasyoneke nû de 22 jin hatin desteserkirin Geştên esmanî yên Hewlêr û Entabê careke din dest pê dikin Li Efrînê 4 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin Di girtîgeheke Urmiyê de 12 jin li benda bidarvekirinê ne
4/5/20214 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ? (02.04.2021)

🎙️Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî 🎙️Dr. Nemam Xefûrî bi Koronayê koça dawî kir 🎙️Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan 🎙️Li Rojavayê Kurdistanê 152 kesên din bi Koronayê ketin
4/2/20215 minutes
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(01.04.21)

Ruha- Ji ber rûdaneke trafîkê 5 kes mir in û kesek birîndar bû Rojavayê Kurdistanê- 120 kesên din bi Koronayê ketine Suryaniyên Rojavayê Kurdistanê cejna Ekîto pîroz kirin
4/1/20214 minutes, 10 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(31.03.21)

Dadgeha Destûrê îdianameya girtina HDPê paşve vegerand Nêçîrvan Barzanî: Serederiya Iraqê ligel Kurdistanê ne federalî ye, Rêjeya berketîyên Koronayê li Bakurê zêde dibe Pênc partî û rêxistinên kurdî daxwaza azadkirina Hişyar Ozalp kirin
3/31/20215 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

Esra Selmanij û Havîna Gavgasî - Finanso dijital û ewnîyayişo newe

Perêy tarîxra heta nika seba merdiman meseleyê tewr mîyanînê. Peran, gorê dewran formê xo bedelna. Çerm ra bî kaxite, kaxite ra bi zerd, zîv, sifir û na gama zî bi Bit. Gorê êy huner û fahkerdişê însana zî bedelya. No podcastî de mo do serê peranê dîjîtalîya qal bikerim.
3/31/202111 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(30.03.21)

Li ser erkdarkirina Mesrûr Barzanî cenazeyên 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê tên vegerandin Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin Nêçîrvan Barzanî: Me ligel Macron pêwendiyên dualî gotûbêj kir Rojhilat- Di sala 2020an de 7 hemwelatî ji ber mayinan mirine.
3/30/20214 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(29.03.21)

Nêçîrvan Barzanî wê serdana Fransayê bike Mazlûm Ebdî: Pêşmerge wê li gor rêkeftina Duhokê vegerin Rojavayê Kurdistanê E-kovara bi navê Dialogê dest bi weşanê kiriye Wezîrê Tendirustiyê: Em di rewşeke metirsîdar de ne Li ser sînorê Rojava û Tirkiyê teqîn çêbû
3/29/20214 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

Awirek li sînemayê û kovara Temaşe(Dengê Rojnamegeran-Armanc Dayan)

Xwendekarê sînemayê Armanc Dayan derbarê sînemaya kurdî li Bakurê Kurdistanê ligel edîtorê Kovara Temaşeyê Mehmûd Beyto û lêkolîner Benazîr Ozmen qise kiriye û podcastek amade kiriye.
3/27/202126 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(26.03.21)

Prof. Dr. Kadrî Yildirim koça dawî kir Abdullah Ocalan: Ez dixwazim parêzer bên serdana min Biden: Em nahêlin Çîn bihêz bibe Herêma Kurdistanê: Hejmara pêketiyan Koronayê zêde bûye
3/26/20214 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Bergirî ya futbolê (Bînergeh - Alî Fikrî Işik)

Alî Fikrî Işik, behsa tereftariya futbolê, şêwaza bergirî û parastinê di tîmên futbolê dike. Amedspor, Dalkurd û futbola Kurda...
3/26/202112 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(25.03.21)

Eyn Îsa- 7 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane Polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar desteser kirin Rêjeya berketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde bûye ‏Salmas- Kolberek ji ber sir û seqamê koça dawî kir
3/25/20214 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(24.03.21)

- Di hilbijartinên Îsraîlê de Netayahu serkevtina xwe ragihand - Wezareta Pêşmerge: 60 gundên kurdan li Xaneqînê valabûne - 5 hemwelatî li Şinoyê hatine desteserkirin - Prof.Dr. Kemal Mezher Ehmed bi xakê hat spartin
3/24/20214 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(23.03.21)

Îranê di sala 2020an 56 kurd îdam kirine û 61 kolber jî kuştine Îstasyona Amed Radyo TV hat gulebarankirin Antony Blinken silav li Pêşmerge û HSDê kir -Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin  -Hevserokên HDPa Dıyarbekırê hatin berdan
3/23/20214 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

Şîîrêka Nêweşanîyayê - Qey û Key (HEQÎBE- W.HANYILDIZ )

Goşdarê erjayeyî, Ma reyna şîîrêka M. Malmîsanijî reyde verê şima de yê. Kerem bikerê.
3/22/20215 minutes, 45 seconds
Episode Artwork

ÎRO ÇI BÛ?(22.03.21)

Rojnameger M. Salih Bedirxan  û Rabia Çetin di nava hefteyê de 5 rojan nûçe, rûdan û bûyerên li Başûr, Bakur û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê di bernameya ÎRO ÇI BÛyê de weke podcast amade bikin. Kerem bikin li yekem xeleka ÎRO Çi Bûyê guhdar bikin.
3/22/20215 minutes, 1 second
Episode Artwork

Mintiqayê Sêwregi ra "Sanika Lûye" (DENGÊ ROJNAMEGERAN- Zerya Sêwregij)

Sanikê ke bi hezar serran fek ra fek, az ra az vila bîyê na rey bi rayîrê podcastî benê mêmanê goşanê şima, kerem bikerê.🎙🎧 "Zemanê lû bena, heş bena, dîk beno, arwêş beno û xoz beno..."
3/19/20216 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Helebce di 3 fîlmên kurdî de (DENGÊ ROJNAMEGERAN - Ehmed Berojî)

Ehmed Berojî karvedena jenosîda Helebceyê di fîlmên ''Textê Reş'', ''Kilamek ji Bo Beko'' û ''Jiyan'' de vê podcastê şîrove dike.
3/15/202116 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ- Kêşeyên derhêneran

Derhêner @selimolawo Selîm Yildiz bûye mêvanê vê xeleka @fatoshSterk ê. Selîm dibêje ji bo bi dawîbûna belgefîlma wî ya bi navê Monolgê pêwîstiya wî bi alîkiriya temaşevanên wî heye.
3/12/202118 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Kadir Buyukkaya bî meymanê Henarêri II - RONYA BEWRAN- HENARÊRI

Beşê dîyin ê sohbetê Ronya Bewran û Kadir Buyukkayayî:  "Vengê Royî 2 bi quwetê îmanê kurdayetîye vejîya."
3/10/202131 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Peyamên Papa Francis li Herêma Kurdistanê

Serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis li Herêma Kurdistanê li seranserî cihanê dengveda. Mehmet Salih Bedirxan û İbrahim Xelil Baran behsa serdana Papa li Herêma Kurdistanê şîrove kirine.
3/9/202118 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

Amedsporê digihê mebesta xwe (Alî Fikrî Işik)

Amedsporê vê hefteyê 3 pûan li sehaya derve bidest xist. Ali Fikrî Işık, bi Serokê Amedsporê Çetin Alsaç re qise kiriye û behsa stratejiya Amedsporê kiriye ji bo hatina wê ya Super Lîgê û hin pêşbînî anîne ziman.
3/6/202114 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

Şîîrêka Nêweşanîyayê ya M.Malmîsanijî - Surgun - RONYA BEWRAN- HENARÊRI

Goşdarê erjayeyî, bi minasebeta Roja Ziwanê Dayike ya Cihanî ma do arşîvê M.Malmîsanijî ra, şîîrêka ke verê 30 serran kesetêkî de qeyd kerdbî, pêşkêşê şima bikerê. Kerem bikerê.
2/20/20218 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Amedspor êdî dizane wê çawa bilîze (Alî Fikrî Işik)

Amedspor heger li mala xwe wisa pir baş bilîze û wê beşdarî tura Playoffê bibe û were lîga yekem.
2/17/202113 minutes, 54 seconds
Episode Artwork

"Ma Sêwregijî warê dêran di deyndarê Mîkaîl Aslanî yê" - RONYA BEWRAN- HENARÊRI

Hewnê şewan bî labelê nika bi besteyanê Kadir Buyukkayayî deyîrê Sêwregi fekê hezaran kesî de yê. Kadir Buyukkaya qala projeyê albûmanê Vengê Royî keno.
2/16/202130 minutes, 58 seconds
Episode Artwork

Keybanûya Hollywodê Lois Weber - FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ

Fatoş Yıldız di beşa nû ya Kadraja Kurdî de behsa derhener û senarîsta navdar Lois Weber kir. Lois Weber jî ji yek wan jinên ku ji hela dîrokê vê hatîye windakirin. Seroka Universial Studio çawa hat ji bîr kirin ?
2/14/202110 minutes, 33 seconds
Episode Artwork

Kovargerî û Rojnamegerîya Kirmanckî (Zazakî) – II - W.HANYILDIZ- VAJOR

Kovar û rojnameyî seba vilakerdişê fikr û vateyanê roşnvîran û seba wendox û meraqdaran di warê çapemenî yê. Ma do nê podcastê xo de zî destpêk ra heta ewro seyrê rojnameyê kirmanckî (zazakî) senî bîyo, bipêroyî qala ci bikerê.
2/12/202112 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

Tarîx û Muhîmîya Folklorî Ser o DENGÊ ROJNAMEGERAN - Îdrîs Yazar

Spot: Folklor heme hetanê şarêkî keno warê xebata xo û tekilîya azanê cîyayan xurt keno. Nê podcastî de qiseykerdox Îdrîs Yazar do bala ma bianco Dinya de tarîxê xebatanê folklorî û sey ma seba şaranê bindestan muhîmîya ey.
2/9/202110 minutes, 7 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR - Rewşa nivîskarî û weşangeriyê li Rojava; ji duh û heta îro

Hevkarê me Mevlüt Oğuz, bi beşa nû ya Derkenar ê de bi kurtî behsa Rojava û behsa dîrokçeya xebatên nivîskarî û weşangeriyê li Rojava kiriye û dûvre jî bi nivîskar û xwediyê Weşanxaneya AVAyê Şêrzad Besrawî re, li ser rewşa dawî ya weşangerî û nivîskariya li Rojava axivîye.
2/8/202123 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Derbarê Bînergeh (Alî Fikrî Işik)

Nivîskar Alî Fikrî Işik podcastên derbarê sporê ligel we ye! Ji pazdeh roja carekê rojên çarşemê bila haya me ji hev hebe
2/7/202111 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

Korona û Tesîrê aye yê Psîkolojîkî(Îsmaîl Güven)

Korona tesîrê heme waranê cuya ma kerd. Tahrîbatê aye yê psîkolojîkî roje bi roje asenê. Hetêk ra nêweşîyê psîkolojîkî zêdîyayê heto bîn ra tedawîyê nêweşîyan seqet mend. Nê podcastî de qisekerdox Îsmaîl Güven do ma rê qala tesîranê psîkolojîkan bikero.
2/4/202116 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

Metirsiya erdhêjê li Bakurê Kurdistanê(DENGÊ ROJNAMEGERAN- Mahsum Rençber)

Rojnamegerê Mahsum Rençber podcastek derbarê metirsiyên erdhêjê li Bakurê Kurdistanê amade kiriye û ligel Endezyarê Avahîsaziyê Ronî Sariyildiz behsa metirsiya erdhêjan li Bakurê Kurdistanê dike. Sariyildiz banga hişyariyê li hemû kesî dike.
2/2/202116 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

Çîrokeke reddiyeyê li Mêrdînê

Serpêhatiya Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Pekerê Licî ne dûre jî serpêhatiya Şêxê Senanîyan. Di vê podcastê de Mehmet Salih Bedirxan çîroka keşeyekî dîroknas, bêjer û rojnameger bo we guhdarên hêja tomar kiriye
1/31/202133 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- SURYA HUMAN- GULÇÎN ADAR : ‏ Ma femînîzm ra çi fehm kerd?

‏ Eslê xo de femînîzm çi bi yan ma femînîzm ra çi fehm kerd? Bitaybetî zî ma cinîyan femînîzm ra çi fehm kerd? Gelo femînîzm eslê xo de serdestîya cinîyan paweno yan zî têdûştîya cînsan paweno? Ma do nê podkastêdê xo de qalê têwgêrayîşê femînîzmî bikerî.
1/29/202111 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Rojava: Xelk rûberûyî hejariyê bûne(DENGÊ ROJNAMEGERAN- DILOVAN ÇETO)

Bihabûna nirxê dolar beramberî lîreyê Sûriyê, gemaroya Tirkiyê ya li ser Sûriyê û Rojava bûye sedema hejarî û feqîriyê li Rojava. Rojnameger Dilovan Çeto di vê podcastê de ji Qamişlo behsa hejariya xelkê dike
1/28/202117 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-ŞADÊ AGON- Roşano Qedîm: Gaxan

Roşanê Gaxanî bi seserran o Vakurê Kurdîstanî de bi hawayêkê cîya-cîyayî yeno fîrazkerdiş.  Nê podcastî de Şadê Agon qala rîtuelanê Roşanê Gaxanî kena û hîkayeya  Kal Gaxan û Fadîke seba goşdaran ana ziwan.
1/27/202110 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

Xwepeşandana xwendekarên LGBT+ li Bogaziçiyê (DENGÊ ROJNAMEGERAN-İLKNUR BİLİR)

Guhdarên heja aktivistên LGBT+ Havin bûye mêvanê bernameya Dengê Rojnamegeran û li gel İlknur Bilir behsa xwepeşandanên xwendekaren Zaningeha Bogazîçî kiriye.
1/26/202114 minutes, 3 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- RUKEN SARILI- Şerefxan Cizîrî: Xwedîderketina li kurdî, erk û peywira hemû kurdan e

 Rojnameger Rûken Sarili ligel Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî û nivîskar Şerefxan Cizîrî, li ser xebatên platformê, erk û peywirên civakî û pêşeroja zimanê kurdî podcastek amade kiriye.
1/25/202119 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

Hasîp Kaplan(2): Me Demîrtaş di bîrê de hişt

Parêzer siyasetmedarê kurd Hasip Kaplan, di xeleka duyem Rabêjê de ligel Salih Bedirxan dibêje divê Demîrtaş weke hesvserokê HDPê bimaya û ev dîmenî heyî derneketa holê.
1/23/202120 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- ESAT ŞANLI- Înternet û Kirmanckî (Zazakî)

Sey wesîteyêkê averberdişê Zazakî ercnayîşê înternetî. Ma do nê podkastî de têkilîya înternet û Zazakî ser o vinderê, maceraya Zazakî ya înternetî senî dest pêkerde û tayê pêşnîyarîyî do bêrê parekerdene.
1/21/202114 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

RONYA BEWRAN- HENARÊRI: Grûba Vateyî: Çaryek Seserre Xebat seba Kirmanckî

Grûba Xebate ya Vateyî mabeynê 2-4 Tebaxa 1996î de Stockholm de hetê 15 kesan a awan bî. Roşnvîrî, ziwannasî, cigêrayoxî û nuştoxî ameyî têhet û seba standardkerdiş û plankerdişê ziwanê kirmanckî dest bi xebatanê xo kerdî.
1/18/202111 minutes, 30 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ : Erdal Kaya: Dixwazim hemû sikakên me bibin sahne

Guhdarên ezîz, mevanê vê xeleka Kadraja Kurdî şanoger û listîkvan Erdal Kaya ye. @fatossterk û @erdal_kaya_ behsa rêzefîlma Îşev rewşa şanıgeriyê kirine û podcastek amade kirine.
1/17/202122 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

Hasip Kaplan: Ez hertim li dû mafên kurdan bûm

Parêzer siyasetmedarê kurd @Hasipkaplan bûye mêvanî @BedirxanSalih û behsa destpêka karê parêzeriyê di salên 1980 û dadgehên salên 1990î dike û dibêje wî biryar dabû ew ê hertim li dû mafê kurdan be.
1/17/202140 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ : Yekem derhenera jin Alice Guy Blache

Fatoş Yıldız di beşa nû ya Kadraja Kurdî de behsa yekem derhenera jin Alice Guy Blache kir. Yekem fîlma bi çîrok jî ji hela Alice ve hat çekirin lê çima di dinyayê de wilo kêm tê naskirin.
1/15/20217 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Nerîta sersalê li nava kurdan

Guhdarên hêja!📣Rojnameger Perîxan Kaya, derbarê şahiyên sersala kurdî û nerîta sersalê li nava kurdan bi dîroknas @KadirKaragz qise kiriye û podcastek amade kiriye kerem bikin lê guhdar bikin. 🎙️🎧
1/12/202111 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

Kovargerî û Rojnamegerîya Kirmanckî (Zazakî) - I

Kovar û rojnameyî seba vilakerdişê fikr û vateyanê roşnvîran û seba wendox û meraqdaran di warê çapemenî yê. Ma do nê podcastê xo de destpêk ra heta ewro seyrê kovarê kirmanckî (zazakî) senî bîyo, bipêroyî qala ci bikerê
1/9/202115 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ- Salek ligel Koronayê

M.Salih Bedirxan derbarê karîgeriya koronayê ya derûnî,encamên wê, zêdebûna tûndiyê di heyama koronayê bi derûnnas û edîtorên @psychologykurdi Siyabend Aslan @nisebinarengin_ û Hemed Elî Erol re qise kiriye û podcastek amade kiriye🎙
1/5/202136 minutes, 53 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-İLKNUR BİLİR- Serencama COVID-19 li Almanyayê

Rojnameger û podcaster İlknur Bilir derbarê bergiriyên Koronayê û biryarên hikûmeta Almanyayê beramber Koronayê, proseya xwevaksînkirinê, serencama Koronayê lêkolînek kiriye û podcastek amade kiriye.
1/3/20219 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-Hêvîdar Zîlan Sönmez- Dîwanxaneya Dengbêjan li Wanê

Guhdarên hêja, rojnameger Hêvîdar Zîlan Sönmez, derbarê Dîwanxaneya Dengbêjan a Îsmaîl Seyranoglu li Wanê vekiriye podcastek amade kiriye û ligel Seyranoglu û dengbêjên şagirt axivî ye û ji me re behsa çîroka Dîwanxaneya Dengbêjan kiriye.
1/1/202124 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- RUKEN SARILI-Tesîra siyasetê li ser hunera kurdî

Rojnameger Rûken Sarili ligel şanogerê kurd Osman Xunav qise kiriye û derbarê rewşa şanoya kurdî li Bakurê Kurdistanê tesîra şanoyê li siyasetê podcastek amade kiriye.
12/31/202014 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ - Festîvalên fîlmên kurdî yên Dîasporayê

Silav guhdarên ezîz! Mevanê vê xeleka Kadraja Kurdî directorê festîvala kurdî yê Londonê Ferhan Stêrk e. @fatossterk û Ferhan Stêrk di derbara festîvalên kurdî taybet li ser festîvala Londonê bernameyek amade kirine.
12/29/202037 minutes, 23 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ-Serencama Doza Robozikê

9 sal bi ser Komkujiya Robozikê re derbas bûn. Dewlêtê bi bahaneya “terorê” 34 gêncên kurd kuştin û weke tevkujiyên berê ti kes nehat dadgehkirin. Doza Robozikê awêneyeke ji bo kurdan ko xwe tê de bibînin Gelo wê kurd rûyê xwe û halê xwe di Robozikê de bibînin
12/28/202011 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- DILOVAN ÇETO- Rojava: Civînên PYNK- ENKSê wê sala nû dîsan dest pê dikin

Rojnamegerê kurd li Qamişlo Dilovan Çeto, bi nûnerên partiyên siyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê re axiviye û derbarê bi dawîbûna civînên aliyên siyasî de podcastek amade kiriye. Nûnerên partiyên dibêjin di sala nû de ew ê careke din dest bi civînan bikin.
12/27/202023 minutes, 59 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ -Fuad Onen: Divê serweriya Rojava û Başûr were parastin

Nivîskar, rewşenbîrê kurd li Bakurê Kurdistanê Fuad Onen bû mêvanê bernameya Rabêj a @BedirxanSalih axivî û aşkere kir ku divê serweriya Başûr û Rojavayê Kurdistanê were parastin.
12/26/202031 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Almanaka 2020an

Mevlüt Oğuz, di beşa nû ya Derkenarê de behsa alıcı û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê dike û hewil dide bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.
12/20/202016 minutes, 8 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ -Abdullah Keskîn: Tevgereke ciddi ya xwendina kurdî heye

Guhdarên hêja, xwediyê @Avestayayin ê Abdullah Keskîn bûye mêvanê bernameya Rabêjê û ligel M.Salih Bedirxan behsa serpêhatî û 25 saliya weşanxaneya Avestayê kiriye. Keskîn dibêje tevgereke ciddî ya xwendina kurdî heye
12/15/202035 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- MAHSUM RENÇBER - Heyder Şeşo: PKK ji navenda Şingalê derneketiye

Rojnameger  Mahsum Rençber derbarê rûdanên dawî li Şingalê rêkeftina Bexda- Hewlêrê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û derketina PKKê ji herêmê bi Fermandarê Êzîdxanê Heyder Şeşo û rêveberê Girêzerê Xidir Reşo re qise kiriye û podcastek amade kiriye. 
12/12/202015 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Aso Haji: Rûdanên Silêmaniyê ajandaya destên derekî ye û Berhem Salih li pişt wan bûyera ne

Rojnameger û nivîskarê kurd li Herêma Kurdistanê Aso Haji bû mêvanê bernameya Rabêja ligel @BedirxanSalih behsa rûdanên li Silêmaniyê û Germiyanê kir. Haji dibêje rûdanên Silêmaniyê beşek ji ajandaya Hîlala Şîe ya Îranê ye û Berhem Salih û hin hêzên kurd jî beşdar in di wan rûdanan de.
12/10/202033 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: "Bûn an nebûna" karakterên jinan di sînemaya kurdî de

Mêvanê vê xeleka Kadraja Kurdî ya lîstikvan û podcaster @Fatossterk birêve dibe lîstikvan û şanoger @BerryJannim e. Shemdin û Stêrk behsa rola jinan awayê "hebûn û nebûna" jinan û karekterên sînemaya kurdî dikin.
12/6/202037 minutes, 37 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Li ser sînemaya Kurdî û ya cîhanê

Guhdarên hêja @fatossterk û @alikemal di 8 e mijdarê de bûn mevana @weqfamezopotamyayê debarê sînemaya cîhanê û sînemaya kurdî de li ser mijarên cur bi cur şitexilîn
12/5/20201 hour, 20 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ - DERKENAR: Dilbahar: Helbestên min hatin desteserkirin û li ber çavê min hatin şewitandin

Hemîd Dilbahar dibêje nivîskarên girtî rastî pêkutî, zext û êrîşên fizîkî tên, “Pirtûkên ku nivîskaran bi xwe nivîsînê dema ji derve ji wan re tên şandin, ji wan re nayên dawîn… Ez bi xwe jî gelek caran rastî pêkanînên bi vî rengî hatime. Di dîlgirtina min a yekem de gelek helbestên min hatin desteserkirin û di bin çavan de, li ber çavê min hatin şewitandin.” Dilbahar, “Em dikarin bi serbilindahî û serfiraziyeke mezin bibêjin ku zîndan ji bo kurdan û ji bo kurdî di heman demê de dibistan, ramangeh, zanîngeh û akademîyeke wêjeyî, hunerî û çandî ye ango qadeke rewşenbîrî û entelektuelî ye.” Di vê beşe de em bi Hemîd Dilbahar re, li ser rewşa nivîskarên girtî, derfetên xwendin û nivîsînê û nivîskariya li girtîgehê axivîn.
11/29/202028 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- ŞENOL BALİ: Dengê çakûçên peykersazekî

Peykersazê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Mutî zêdetir ji 3 sala ye li Wanê bi cî bûye û ji xurde û hesinan peykaran çêdike û wan peykerên xwe pêşkêşî hunerhezan dike. Mutî ku bi Soranî diaxive û niha hînê kurmancî jî bûye. Rojnameger Şenol Balî serdana kargeha wî ya hunerê kiriye û dengê çakûçên wî û serpêhatiya wî di vê podcastê de tomar kiriye.
11/29/202010 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-BAWER BINGOL: Meqamên koçerên Bêrtiyan

Berhevkarê folklorê Bawer Bîngol derbarê meqamên dengbêjiyê yên koçerên Bêrtiyan podcastek amade kiriye û behsa çanda dengbêjî û bilûrjeniyê li nava Bertiyan kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
11/24/202012 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Bêhiqûqiyê qiyamet rakiriye

Dadgeha Diyarbekirê di danişîna 12an a doza Kemal Kurkut de biryara azadkirina polîsê bi kuştina Kemal Kurkut dihat tohmetbarkirin daye. Rojnameger Perîxan Kaya bi birayê Kemal Kurkutî re qise kiriye û derbarê proseya dozê de podcastek amade kiriye.
11/23/20208 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Dî Sînemaya Almanyayê de Rêbaza Ekspresyonîzîmê

Guhdaran ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Robert Wiene û li ser rêbaza ekspresyonîzîmê ku di salên 1900î de li Almanyayê xwe nîşan dide podcastek amade kiriye
11/13/20209 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîyê li Rojhilat

Li rojhilat kîjan weşanxane û navendên rewşenbîrî hene? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata rojhilat çi ne? Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîya kurdî li Rojhilat çawa ye? Bersivan van pirsan û agahiyên zêdetir di podcasta me de ne. Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi nivîskar, wergêr û mamosteya zimanê kurdî Sayîme Xakpûr re li ser edeb û nivîskarî û weşangeriya kurdî li rojhilat hevpeyvînek kir.
11/12/202011 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Bikaranîna qada dîjîtal ji bo belavkirina kurdî

Rojnamevan Rûken Sarili derbarê belavkirina kurdî li ser platformên dîjîtal û nêzîkahiya nifşê nû ya beramber kurdî di qada online de bi civaknas, perwerdekar û nivîskarê kurd Adnan Firat Bayar re gotûbêjek kiriye û  podcastek amade kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
11/6/202017 minutes, 41 seconds
Episode Artwork

Atmosfera siyasî germ bûye

Rêveberê Navenda Lêkolînên Rawest Research lêkolîner Roj Girasun û Bedirxan Salih behsa rûdanên siyasî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, amarên rapirsiyan ê li ser dengên hizban, rûdanên nava HDPê û peyamên Ayhan Bilgen podcastek amade kirine.
11/2/202023 minutes, 2 seconds
Episode Artwork

Çend kelam li ser futbolê

Podcasterê kurd Birûsk Aryan berê xwe daye bengîtiya futbolê û ligel Ehmed Feratê bengiyê futbolê behsa heyranî, kelecan û layangiriya tîman,  karîgeriya koronayê ya li ser futbolê û hin minaqeşeyên li ser hêla wê ya metayî/endustrîyel kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
11/1/202011 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ- Dengê veganên kurd

Rojeva medya civakî ya kurdan @VeganKurdistan ye. Ji koma egan û vejeteryenên kurd @GernasNenas bû mêvanê xeleka Rabêjê û ligel @BedirxanSalih behsa armanc û xebatên veganên û vejeteryenên kurd kir.
10/21/202010 minutes, 28 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- ŞENOL BALİ: Qirêjiya li Gola Wanê

Gola Wanê rûberûyî qirêşiyê bûye. Ava şîn a golê ji qirêjiyê sor derdora wê jî bûye zibildank û kargehên qûmê. Rojnameger @enolBali1 derbarê metirsiya li ser Gola Wanê bi nûnerên saziyên jîngehparêziyê re qise kiriye û podcastek li ser vê babetê amade kiriye.
10/15/202014 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ- Şerê Azerbaycan û Ermenistanê

Şerê Ermenistan-Azerbaycanê bi giranî berdewam dike. Şerê herdu aliyan li herêmê belav dibe. @Bedirxansalih û akademîsyen û pisporê Rûsyayê Dr. @onenekrem behsa şerê herdu welatan rola kurdan û kurdên Qefqasyayê kirine.
10/9/202051 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Fêrkirina kurdî li torên medyaya civakî

Mamoste Gulsuma Demîr li ser malpera xwe û hesabê xwe yê @Kurdishlesson2 ê tora medyaya civakî dersên online yê kurdî ji biyaniyan re vedibêje. Mamoste Gulsuma Demîr bû mêvana Podcast Kurdiyê û behsa projeyên xwe kir.
9/17/202019 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-RUŞEN TAKVA: Binpêkirinên mafê mirovan li Wanê

‏Parlementerê HDPê yê Wanê @muratsarisac binpêkirinên mafê mirovan ê li Wanê, lêdana şivan û îşkenceya cotkaran kuştina karkerê Erdîşî li Afyonê ligel @RusenTakva gotûbêj kiriye.
9/16/202018 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rageşiya Yunanistan û Tirkiyê

Rojnameger û nivîskarê naskirî yê kurd hêja @BazidiTuran û @BedirxanSalih gefên leşkerkêşiya Yunanistan û Tirkiyê geşedanên li Deryaspî di vê podcastê de şîrove kirine.
9/11/202030 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

ROZA SIERRA- TÛRIK: Cebêlî Mîrê Hekêrî

Divê beşê da em ê guhdariya destana Cembelî Kurê Mîrê Hekaryanê bikin. Dengbêj Ehmedê Qerejdaxî destana Cebêlî Mîrê Hekêrî bi devoka Qerejdaxê û bi meqama dengbêjiyê weke bûyer dibêje. @rozasierra yê amade kir. Kerem bikin.
9/5/202023 minutes, 52 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Ber bi hilbijatinên serokatiya Amerîkayê

Hlbijartinên serokatiya Amerîkayê, nêzîkatiya Joe Biden li kurdan, gotinên Joe Biden derbarê Tirkiyê mijarên vê podcastê ne. @BedirxanSalih û Berpirsê Navenda Enformasyana Kurdî li Amerîkayê @AKINinfo behsa hilbijartinên Amerîkayê kirine.
9/3/202018 minutes, 27 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Cihê Rawîn ne zindan e

Rawîn Stêrk  ji 6ê Adara 2020an heta niha bi tohmetên bêbingeh hatiye zindanîkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas dibêje girtina Rawîn keyfî ye û wan fêm nekiriye bê ka Rawîn bi kîjan tohmetan hatiye girtin. @BedirxanSalih behsa doza Rawîn Stêrk kiriye.
9/1/20208 minutes, 17 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Kemaçe û kemaçevanîya Torê; ji duh heta îro

Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û li kemaçê dide. Mevlüt Oğuz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê hevpeyvîneke berfireh kirîye.
8/31/202045 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Rêbaza Azad di Sînemaya Brîtanyayê de

Guhdarên ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Lindsay Anderson û li ser rêbaza azad ku di salên 1950an de li Brîtanyayê xwe nîşan didê podcastek amade kiriye.
8/26/20207 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Tûndiya li ser jinan berdewam dike

Kuştin û tûndiya beramber jinan berdewam dike. Bi taybetî destdirêjiya karmendên dewletê beramber keç û jinên kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê êdî bûye diyardeyek. Rojnameger Perîhan Kaya derbarê destdirêjî û tûndiya li ser jinan podcastek amade kiriye. Li Tirkiyê di heyama 6 mehên sala 2020an de 124 jin hatine qetilkirin. 86 mirinên bi guman wekî "xwekuştin" derbasî qeydan edlî bûne û faîlên wan nehatine dîtin. Di meha Tirmehê de 36 jin hatin qetilkirin. Di meha borî de li Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek bajarên din mirinên biguman yên jinan pêk hatin û piranî di bin navê întîxarê de derbasî dosyayan bûn. Pabendnebûna Tirkiyê ya ya rêkeftinên navdewletî yên li ser jinan û bicîneanîna yasayan yên parastina mafên jinan jî li rojeva Tirkiyê ne. Rêbazên vekişîna ji peymana Stenbolê û yasaya jimareya 6.284 ya destûrê jî nayê bi cî anîn.
8/23/202016 minutes, 14 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Dengên peravên Behra Wanê

Ajaldarên Wanê bi hatina biharê re pez û ajalên xwe dibin nava mêrg û çêmenên peravên hêşîn ê behra Wanê û wan di behrê de dişon. Ligel şuştina ajalan dengbêjiyê dikin. M. Salih Bedirxan dengên perav û gavanên Wanê di podcastekê de tomar kiriye.
8/22/202010 minutes, 26 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Mamosteyê ku bi KHKyê hatiye îxrackirin bi dersa kurdî debara xwe dike

Her diçe rêjeya mamosteyên kurdî zêde dibe û ligel kurdan biyanî jî eleqeyekê ji bo zimanê kurdî nîşan didin. Gelo kurdî dikare bibe derfetek ji bo debarê? Ji bilî kurdan kî fêrî kurdî dibe û profîla xwendekaran çawa ye? Mevlüt Oğuz li dor van pirsan sohbetek bi dilsoz û mamosteyê Kurdî Rifat Yildiz re kir.
8/22/202019 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

DENGÊ ROJNAMEGERAN-RUŞEN TAKVA: Malbateke bêweten a kurd

Malbeteke rojnameger a ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber êş û azara li ser wan neçar dibin wetenê xwe terk dikin. Malbat,7 sal e li Wanê yê û li Wanê jî rastî gelek zehmetî û azaran tên. Ruşen Takva podcastek li ser çîroka wê malbatê amade kiriye.
8/20/202013 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Platforma dengê jinên kurd: Kurdish Women Podcast

‏‪Rojnameger Zozan Yaşar û M.Salih Bedirxan podcastan û armanca Kurdish Women Podcastê amade kirine.Yaşar dibêje armanca Kurdish Women Podcastê belavkirina dengê jinan û destnîşankirina rola jinên kurd e, di nava komelgeha navdewletî de.
8/11/202020 minutes, 55 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Îranê dest bi pêleke sêdaredanê kiriye

Komara Îslamî ya Îranê dîsan dest bi li sêdaredana girtiyan, girtina çalakavanên medenî û kuştina kolberên kurd kiriye. Di nava mehekê de 10 girtî hatine îdamkirin û bi dehan kolber jî hatine kuştin. @Bedirxansalih û rojnameger Îskender Caferî behsa binpêkirinên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê kirine.
8/6/202015 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Birîna Şingalê sarêj nebûye

6 sal bi ser Komkujiya Şingalê derbas bû û hîn jî birîna xelkê Şingalê sarêj nebûye. Herwiha hêzên ne meşrû jî wêrankirina bajêr berdewam dikin. Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl rewşa xelkê êzdî yê Şingalê qonaxa jenosîd nasadina komkujiyê ligel @Bedirxansalih gotûbêj kir.
8/2/202020 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rêwîtiya penaberan bo Wanê

Spot/ Rojane bi sedan penaber ji ber şer û bêîstîkrariya li welatên xwe berê xwe didin Wanê. Di wê rêya penaberiyê de bêyî ku bigihên dawiya wan xeyalên xwe li nava sînorên Wanê koça dawî dikin. @BedirxanSalih û @RusenTakva behsa rêwîtiya penaberan bo Wanê dikin.
7/20/202020 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

ROZA SIERRA- TÛRIK: Gundê Kerran

Civat xweş e bi sê tiştan: ya bi sotin, ya bi gotin, yan jî kotin. @rozasiera di bernameya Tûrikê de bi çiroka Gundê Kerran ku li ser metefora 'fikrê te çibe zikrê te jî ew e' pêşberî we ye. Guhdarên podcastkurdîyê kerem bikin em vê çiroka kurt û kurmancî guhdar bikin.
7/13/20205 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Cîhan ji ber Koronayê dinale

@Bedirxansalih di vê xelka Rabêjê de geşadanên welatan bo peydakirina aşiya vîrusa Koronayê, zêdebûna vîrusa Koronayê li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ligel akademîsyen û piporê mîkrobîyolojiyê li Swêdê Dr. Hişyar Yuksel re axivî.
7/11/202012 minutes, 42 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Dîrokçeya ferhengên kurdî û çend ferhengên bikêrhatî

Mevlut Oğuz, di beşa pêncemîn a Derkenarê de li ser ferhengên kurdî/kurmancî sekiniye û dîmenekî giştî yên ferhengên kurdî derxistiye. Ferhengên pêşî yên kurdî kîjan in? Heta niha di kîjan waran de û bi kîjan zimanan ferhengên kurdî hatine çapkirin? Di kîjan waran de hewcedarî bi ferhengên nû heye? Bersiva van pirsan û ahagiyên zêdetir li ser ferhengan di beşa nû ya Derkenarê de ye.
6/25/202016 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Pêngava dawî ya yekrêziyê li Rojava

@BedirxanSalih Pêngava dawî ya yekrêziya ya PYNK- ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, vegera aliyan bo Rêkeftina Duhokê ya 2014an, garantorên civînên aliyan di vê bernameyê de şîrove kiriye.
6/19/20208 minutes, 31 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: DEDAŞ bûye darê zulmê li ser cotkarên kurd

BedirxanSalih di vê podcasta xwe de derbarê fişar û zulma saziya DEDAŞê ya li ser cotkarên kurd podcastek amade kiriye. DEDAŞê zêdetr ji 15 rojane ceyrana bi dahan gundan li Mêrdîn û Rihayê girtiye û xelkê herêmê û cotkar bêav û bêceyran hiştiye. 
6/6/20206 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Realîzma nû û sînemaya Îtalyayê

Guhdarên ezîz @fatosyildiz di bernameya Kadraja Kurdî de li ser realîzma nû ya sînemaya Îtalyayê û tesîra Şerê Cîhanê yê duyem ê ku li sinemaya Îtalyayê bandor kirîye, podcastekê amade kir.
6/3/20209 minutes, 6 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Çend kelam li ser kovara “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” û weşanên zarokan

Hevkarê me Mevlüt Oğuz di beşa çaremîn a ‘Derkenar’ de yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê "Girr û Gallî Mindallanî Kurd" dide naskirin û çend pêşniyaran dike.
5/29/202017 minutes, 18 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Iraq li ber man û nemanê ye

Piştî 6 mehan Mistefa Kazimî weke serokwezîrê nû yê Iraqê hat hilbijartin û gelek kêşeyên ji hikûmetên beriya xwe mabûn li xwe girtin. Rojnameger û nivsîkarê naskirî yê kurd Nûrî Bêxalî serokwezîriya Mistefa Kazimî, nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gefên Bexdayê bo Hewlêrê li ligel @Bedirxansalih şîrove kiriye
5/24/202033 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

ROZA SIERRA- TÛRIK: Dîdarek ligel “Bilbilê Welat” Seîd Gabarî

Yek ji stûnê 40 salên dawî yê muzîka kurdî Seîd Gabarî 4ê Gulanê ji nava me bar kir. @rozasierra yê beriya bi 3 mehan li Hewlêrê serdana hunermend Gabarî kiribû û sohbetek pê re çêkiribû. Guhdarên ezîz hûn dikarin beşekî ji wê sohbetê guhdar bikin.
5/24/202018 minutes, 21 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Sohbetek ligel Dotmîra Kurdan

15.Gulana 1932an roja derketina Kovara Hawarê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî li nava kurdan tê pîroz kirin. Îsal 88 saliya kovara Hawarê ye. M. Salih Bedirxan derbarê Hawarê û malbata Bedirxaniyan de podcastek bi Sînemxan Bedirxanê amade re kiriye.
5/14/202027 minutes, 48 seconds
Episode Artwork

Rojavayê Kurdsitanê- Gavên yekrêziyê di navbera PYD ENKSê

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî gelek nakokî û aloziyan niha gelekî nêzîk bûne û gihaştine rêkeftinê li Rojavayê Kurdistanê. Amerîka û Herêma Kurdistanê navbeynkariya diyaloga herdu aliyan dikin. Mihemed Salih Bedirxan bi Prof. Dr. Ferîdûn Sadûnê di proseya diyaloga herdu aliyan de cî digire re axivî. Ferîdûn Sadûn zanyariyên qonaxa dawî ya hevdîtinên ENKS û PYDê aşkere dike. 
5/3/202011 minutes, 20 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Name di edebiyata Kurdî de

Cih û girîngiya nameyan di wêjeya Kurdî de çi ne? Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di nameyên xwe de qala çi dikin? Kîjan nivîskarî ji bo debara xwe kemaçeya kurê xwe firotiye û kîjan nivîskaran di nameyên xwe de nîqaşên rêzimanî kirine?
4/24/202019 minutes, 35 seconds
Episode Artwork

HOZAN ADAR- ÇÎROKÊN ROJNAMEGERAN: Hatice Kamer

122 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz be.  Rojnamegera xwedî gelek tecrûbe û bi salan li Bakurê Kurdistanê rojnemegeriyê dike Hatîce Kamer bû mêvana bernameya “Çîrokên Rojnmagerên Kurd” û behsa serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê, astengiyên li pêş rojnameger û rojnemevaniya kurdî  kir. 
4/21/202023 minutes, 9 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Godard û Rêbaza Sînemaya Nûjen ya Fransayê

Qonaxên sînemaya Fransayê û sînemageriya dêrhenerê naskirî yê fransî Jean-Luc Godard û rêbaza wî ya nû di di sînemaya Fransayê de, tesîra wî li ser sînamegerên fransî, mijar naveroka fîlmên wî di vê podcastê de cîh digirin. Kerem bikin lê guhdar bikin.
4/21/20205 minutes, 29 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Karîgeriya Koronayê Li Ser Derûniyê

Di bernameya Rabêjê de M.Salih Bedirxan derbarê tesîra Koronayê li ser derûnîya mirovan re bi derûnnas Leyla Tarhan axivî û podcastek amade kir. Tarhan behsa endîşaya Koronayê û xwe parastina ji wê endîşeyê dike.
4/16/202013 minutes, 13 seconds
Episode Artwork

ROZA SIERRA- TÛRIK: Çarşema Sor

Êzîdî Çarşema serê Nîsanê ango li gorî salnameya rûmî Çarşema pêşî ya Nîsanê wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û îro Cejna Çarşema Sor e. Çarşema Sor tê çi wateyê û  çawa tê pîrozkirin? Di bîr û baweriya êzidiyan de, taybetmendî û rîtuelên Çarşema Sor çi ne?  Roza Sierra li ser derbarê Çarşema Sor de podcastek amade kir.
4/15/20207 minutes, 25 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Radestkirin û îdama Mistefa Selîmî

Radestkirina Mistefa Selîmî ji aliyê YNKê bo Îranê û îdamkirina wî ji aliyê Îranê ve dengvedaneke çawa di siyaseta kurdan de çêkir? Helwêsta hizbên Rojhilatê Kurdistanê beramber wê kiryara YNKê çi bû? Rojnameger Mihemed Salih Bedirxan ü Elî Ciwanmerdî bûyera Mistefa Selîmî di vê podcastê de şîrove kirin.
4/13/202014 minutes, 49 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Derhener Alî Kemal Çinar

Di kadraja Kurdî de heyvpeyvinek bi derhener Alî Kemal Çinar re. Em di vê bernameyê de  çîroka sînemaya Alî Kemal û sînrmaya. Kurdî axîfîn.
4/8/202013 minutes, 34 seconds
Episode Artwork

MEVLÜT OĞUZ– DERKENAR: Bandora koronayê li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî…

Bandora koronayê li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî Pandemiya Koronayê (Covid-19) bandorê li her aliyê jiyanî û civakî dike. Yek ji van aliyan jî bêguman qada çandî û hunerî ye. Ji ber koronayê gelek xebat û çalakiyên çandî û hunerî sekinîn û beşek jê derbasî qada dîjîtal dibe. Pandemiya koronayê, bandoreke çawa li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî dike? Di rojên koronayê de hunermend çi dikin û çawa bi hezkiriyên xwe re têne cem hev? Hunermend li ser koronayê çi dibê
4/7/202019 minutes, 56 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rojeva Koronayê li Herêma Kurdistanê

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rojeva Koronayê li Herêma Kurdistanê
4/2/202010 minutes, 10 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona li Bakurê Kurdistanê

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona li Bakurê Kurdistanê
3/29/202010 minutes, 51 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona Li Rojavayê Kurdistanê

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona Li Rojavayê Kurdistanê
3/23/20205 minutes, 36 seconds
Episode Artwork

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Sînema, dîroka sînemayê û kurd

FATOŞ YILDIZ- KADRAJA KURDÎ: Sînema, dîroka sînemayê û kurd
3/23/20207 minutes, 19 seconds
Episode Artwork

Roza Sierra - Di Folklora Kurdan De Çend Varyantên Newrozê

Roza Sierra - Di Folklora Kurdan De Çend Varyantên Newrozê
3/21/20207 minutes, 38 seconds
Episode Artwork

Mevlüt Oğuz - Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî

Mevlüt Oğuz - Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî
3/21/202022 minutes, 11 seconds
Episode Artwork

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ - Korona li Rojhilatê Kurdistanê

M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ - Korona li Rojhilatê Kurdistanê
3/21/202010 minutes, 5 seconds
Episode Artwork

Hozan Adar - Bernameya Çîrokên Rojnamegeran: Mahmut Bozarslan

Hozan Adar - Bernameya Çîrokên Rojnamegeran: Mahmut Bozarslan
3/21/202012 minutes, 5 seconds